|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X.13.08.08 |
Turkmen ji bo Kerkûkê giraniyê didin dîplomasiyê
Turkmenên Iraqê ji bo pirsa Kerkûkê û daxwaziyên eniya turkmenan
giraniya xwe didin xebatên dîplomasiyê. Ji vê awirê ve gava
giring li Swêdê hate avêtin.
Mehmet Samanciyê kul i ser navê ”niwêneriya mafê mirovan li
Iraqê” (!?) xebatê dike, bi alîkarê yekem yê wezareta Karê Derve
yê Swêdê Gunila Karlsson û rêvebirê şaxê pirsên Iraqê Charlotte
Lider re hevdîtin pêk anî.
Samanci wêne û belgeyên li ser pirsa Kerkûkê teslîmî rêvebirên
Swêdê kir. Her wisa ji Swêdê hate xwestin ku, li EU, li ser
pirsa Kerkûkê piştgiriya turkmenan bikin. Turkmenan xwest ku,
Kerkûk weke bajarek Iraqê û serbixwe bimîne. Ji Swêdê hate
xwestin ku, UN komîsyonekî ji bo kerkûkê pêk bîne û hêza UN ê ya
aşitiyê li Kerkûkê bê bicîhkirin.
Li gorî zaniyariyên li ser pirsê belav bûne, niwênerên Swêdê
anîn zimên ku, ew buyerên li Kerkûkê ji nêz ve dişopînin, ji bo
lihevkirinê jî hêviya wan ew e ku Kerkûk bajarek Iraqê bimîne.
Turkmena jî wek miletek bingehîn ji yê Iraqê dibînin.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|