عربي

 

 

 

 
Donald Rumsfeld: Kurdistan şîn û pêşketî ye
KK-Nûçe SELAHEDÎN, 12/4 2005 —/K.binxete


Mesûd Barzanî û Donald Rumsfeld hevpeymaniyê nû ve dikin

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Donald Rumsfeld îro hat Kurdistanê û li Selahedînê digel serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bû û minaqeşeya paşeroja Iraqê û Kurdistanê kir. Donald Rumsfeldî got Kurdistan welatekê ji aliyê xwezayî ve şîn e û ji aliyê aborî ve jî pêşketî ye.

Mesûd Barzanî di preskonferanseka hevbeş de got kurd bi serdana Donald Rumsfeldî kêfxweş in û hevpeymaniya kurdan û emerîkiyan wekî dema şerê li dijî Sedam Hisênî berdewam e û kurd dê xebatê bo Iraqeka demokratîk, federal û pirpartî bikin û dê kurd û emerîkî şerê li dijî terorê jî bi hev re bimeşînin.

 Donald Rumsfeldî jî di preskonferansê de got ew spasiya gelê kurd û serkirdayetiya wê ya siyasî dike û wî silamên serokê Emerîkayê George Bushî bo Mesûd Barzanî û gelê kurd anîne. Donald Rumsfeldî got vîzyona Mesûd Barzanî û George Bushî wekî hev e û herdu jî bi heman awayî difikirin.

Hemî dinya dizane ko vîzyona Mesûd Barzanî dewleteka kurdî ya serbixwe ye û bêguman Donald Rumsfeld û George Bush jî wê dizanin. Vêca dimîne ka kengê ev vîzyona mişterek dê praktîze bibe û dê dewleta kurdî ya serbixwe ava bibe.

Mesûd Barzanî bi merasimeka şahane bi alaya Kurdistanê û alaya Emerîkayê pêşwazî li Donald Rumsfeldî kir û wisa diyar e ko birêvebirên dewleta Emerîkayê jî qebûl dikin ko Kurdistan û Iraq du welat û dewletên cida ne ji ber Donald Rumsfeld li Bexdayê bi alaya be‘siyan ya Iraqê hatibû pêşwazî kirin û li Kurdistanê kurd alaya Iraqê hilnadin

 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien