|
|
|
05.10.2009 |
Al-anfal di televizîona Swêdî TV 8 de !
Al-anfal
„Bi navê Allah, Bes û Seddam »
Li ser Kenala TV8 a Televizîona Swêdî sê caran tê pêşkêşkirin

Weşandin a yekemîn roja Sêşem, 24.10.2006 seat 21.00 û
duberekirin hema şev seat 23.30
Weşandina duemîn roja Carşem 25.10.2006 Seat 18.00.
Filmê Al-anfal, ji produksîon û derhênana Rejîsêrê kurd Mano
Khalîlˆe
Piştî ku filmê Al-anfal li çend festivalên navnetewî weke
festîvala Solothurn, Singapur, Panorana hate helbijartin û demek
nêzîk li Montréal û li London tê şanîdan.
Berî çend mehan li televizîona Swîsrî du caran hatibu belavkirin.
Pistî çend rojan wê li Televizîona Swêdî kenala TV8 sê caran bê
weşanin .
Roja Sêşem 24.10.2006 seat 21.00 û seat 23.30 deqe tê
dubarekirin û roja çaşem 25.10.2006 seat 18.00. Film wê bi
zimanê Kurdî û wergirandina zimanê Swêdî bê pêşkêşkiin.. Tê
zanîn ku filmê Al-Anfal berî salekê bi produksiona derhinêrê
Kurd Mano Khalil û bi alîkariya televizîona Swîsri hatibu
amadekirin. Giringîa filmê Al-anfal li wire, ji ber ku cara
yekemîn bi rengekî paqij û firah û hesan operasîonên xwînxwarên
Besê er eb
li Iraqê ku dijî miletê kurd kiribun tîne ser ekranan. Ev
operasîon ku navê wê al-anfal bu.
Enfal weke ku tê zanîn sureta 8 a Quranê ye, ku li ser Pêximberê
ereb Muhamad daketibu, û têde li ser talankirina mal û milkê „
Gauiran“ daxive, talankirina jin, zarok û hetra dewarê „Gawiran“.
Diktatorê Ereb Saddam Huseyn, ku kur amê xwe Ali Hasan Al-magid
di sala 1987 kire berpirsîarê kurdistan ê yekemin, Ali Hasan
almagid jî dest bi qirkirina miletê kurd kir, bêhtir ji 182
Hezar mirov hatin kuştin û bêhtir ji 4500 gund hatin xira kirin.
Filmê Al-Anfal ronî dide serekî ku dinyayê ji bîr kiribu, di
riya hevpeyvîn û ersîv û dîmenan de, xwesik sanî dide bê bi ci
regê wehsîtî Besîên ereb kur qelandin…
„ em tev bi du hev re mesîan, esker li alîkî û em li alîki yek
bi du yek de, du serleskerên ereb hebun, yek navê wî Muhamad bu,
yek jî Abbas bu, gava ku em gihan vî cihî, yekî ji
hrduserleskeran da qêrîn, bisekinin, û di hema demê de, got
bikuj…“ Ji axivtina Kerîm Nayef ku ji komkujîkê xelas bu.
Bo informasionan li ser Kenala TV8 A swêdî û programê
Televizîonê li vir binere:
http://www.tv8.se/index.php?option=com_wrapper&Itemid=71
|
|
. |
|
|