|
|
|
10.11.2009 |
Hijmara (22) an ya Hawara Nû derket
Hewlêr-10/11/2006
Hijmara
nû ya (22) an ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo Çanda
Kurdî wê mihane li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana-Iraqê
derdixe, kete ber destê xwendevanan de.
Gelek gotar û lêkolînên hizrî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û
kurdî ciyê xwe di hijmara nû de digirin.Ji bilî sergotara ko bi
navê"Ew e Rikeberiya Mezin e …!" hijmara nû van babetan hembêz
dike: gotara birêz Selah Bedredîn "Bila 5-ê Oktoberê bibe roja
yekgirtina Niştimanî", dosiyeya hijmarê bi navê"Sûriyê berev ku?
Mafên mirovan li welatên erebî-Sûriyê weke nimûne" ji aliyê
Selam Ibrahîm Etûf Kube ve .Ibrahîm Mehmûd gotarekê
derbarê"Kurdbûyîn" ê dinivîse li gel hindek nivîs û gotarên din.
Di beşê kurdî yê Hawara Nû de, Ebdilxaliq Sersam li dora "
şoreşa vejîna kurd divê li ser destê gencên kurd yên paş qonaxa
raperînê pêkwere" dinivîse tevî deqê temamkirî yê projeya
destûrê herêma kurdistana-Iraqê.Herweha, kovarê destpêkir bi
weşandina lêkolîneke zimanî li ser zimanê kurdî ji aliyê
nivîserê kurd Hesen Huseyn Denîz ve bi navê"Em taybetmendiyên
zimanê xwe binasin ku lê xwedî derkevin-beşa yekem" li gel
gotara Fûwad Sîpan a li ser xwediyê xelata Nobelê wêjevanê
Elamnî Gontir Grass
û çend wergerên li dora " Federalizmê"û"Konsepta Dewletê".Mîrhac
Mistefa gotarekê li ser "Şahê tembûrê Mihemmed Arifê Cizîrî"
diweşîne,tev li quncikên herdemî ji aliyê nûser Besam Mistefa ve
derbarê"Pirtûkxana Kawa"û"Kurd di navbera terora dewleta
neteweyî û Islama siyasî de ".Ev e sergotara hijmara nû :
Sergotar
Ev e rikeberiya mezin …!
Ji dora du hefteyan ve ye ku , piştî pêşkêşkirina projeya
destûra herêma Kurdistana Iraqê ji bo gotûbêj û goftûgokirinê ya
ku heta niha di nav jîngeh û elîtên siyasî û rewşenbîrî-yên
micid bi taybetî- tenê de û di tengtirîn çarçove de maye , di
dema ku diviya bû piştî danîna forma wê ya kotayî ji layê
parlemento û serokayetiya herêm de ev projeya stratîcîk ji layê
firehtirîn tiwêjeyên millî û tavilê kert û çînên civakî û
tevahiya sazî û dezgehên civaka sivîl û di pêşî de ronakbîr û
çalakgîrên neteweyên Kurdistanî yên ku di destûrê navbirî de
weke "Kurd,Tirkmen,Kildan , Aşûrî , Ermen û Ereban " hatine
destnîşankirin, hatibana xwendin û ravekirin . Eve bi taybetî
dema tê zanîn ku destûr dê çarenûsa hemiyan û niha û paşeroja
wan destnîşan bike,û erk û mafên girêdayî takekes û pêkhateyên
neteweyî û civakî û tevahiya elementên komelgeha kurdistanê
biçesipîne .
Diyar e ku sirûşta tevahiya destûran li tavilê welatan riwê
rastî û pileya pêşketina şaristanî û asta aktîvbûna hevwelatiyên
wan welatan destnîşan dike .Her weha ,destûr rêvebirê herî bi
nirx e sebaretî rêkxistina pêwendiyên takekesan bi civakê re û
pêwendiya civakê bi giştî bi deselatê re .Ji aliyekî din ve,
destûr coreyên mekanîzima girêdan û kartêkirinê di navbera
tavilê hersê deselatên yasadananî û dadwerî û kargêrî ji aliyekî
ve û damûdezgehên îdarî û saziyên civaka sivîl ji aliyê din
ve,destnîşan dike.Ji ber vê çendê giringiya guhdana mezin bi
mijara formkirina destûrê piştî goftûgokirineke pêwîst derbarê
bendên wê û hewildana tevlîkirin û beşdarîkirina tevahiya tiwêje
û çîn û şepolan di proseya ku niha lidar de ye ,dixuye.
Proseya formkirina destûrê rikeberiyeke mêjûyî ye sebaretî
paşeroja miletê Kurd li deverê, ji ber ku ew berztirîn navnîşana
pirojeya wan ya federe ya niha û paşerojê ye di warê
çareserkirina kêşeya kurdî li ser bingehên sax û adilane, û
nimûneya ku dê bête bikaranîn di vê sedsala me ya niha de li
welatên cînar û firenetewe de di rewşên zehmet de yên tije bi
gumankirin û nepijirandinê ji aliyê hindek layên ku heta niha jî
dîlên konseptên şovonî yên kor in û tevgerên fundementalîst û
terorîst yên li dijî azadiya milletan û hevjana wan ya aştiyane
û perensîpa hevpişkiya adilane di warê deselat û saman û
çarenûsê de .
|
|
. |
|
|