Sernivîsa rojnameya DENG * - Hijmar 95 – Tîrmeh 2008
DI KÎJAN LAYÎ DE NE EV RÊKXISTININA
?
Û KANÎN PÊDIVIYÊN WAN
??
Xuya
ye ku rêpîvana guhertinê û veguheztina demoqrat berdewam dimîne
li cîhanê, û ew nesekinî û dê nesekine ji hilweşîna Yekîtiya
Soviyet û vir de li Ewropaya rojhelat û dewletên Bulqanê û ta
Afganistan û Îraqê û heya vê roja me, tevî ku ew ji xwe re durv
û şêwene nerêk distîne, li gorî helûmercên ramyarî û sirûştiya
civaka li ber guhertinê û radeya pêşkevtina wî ya aborî û
ramyarî û sirûştiya rijêma desthelatdariyê tê de û siyaset û
hevbendî û prensîpên wî, û şêweyên wî di kar û standina biryarê
de û radeya rola wî (bandor û daxbarî). Herweha rêpîvana
guhertinê ji serboriyên xwe fêr û şîretan digire û guh dide
adgar û bûyerên barûdoxa ramyarî ya her roj rengek e, ji bo ji
xwe re li gorî wê nîgarbike taktîkên pêwîst û guncaw û şêweyên
karî wek ku armancên daxwazkirî misoger dike bi kêmtirîn buha û
ziyanê, û nedubarekirina yê ku li hindek deverên cîhanê bû, û li
dawiyê Îraq bû.
Û ji
vir de, hinek bingeh û riwangene nû he ne, dixwazin barûdoxa
deverê hemî nûjenbikin û ji nû de wê rêkbixin, herifîn û adgarên
wan xuyadibin di asoyên siyaseta navdewletî de û belavkirina wan
ji rol û erkan re di rêya livine ciddî re yên hemî diplomasiyên
navxweyî û erebî û herêmî û cîhanî, di guhdaneke temamî re ji
barûdoxên herêmê û sirûşta têkoşînên li dar û ji hev şêl bûyî
re, ên ku hoyên domandina xwe yeko - yeko windadikine, û bi qasî
rijdiya hilgirtina wan ji çare û dermankirinên durist re, û bi
qasî wê rijdiyê behaneyên dirêjahiyên ramyarî radibin ji hemî
navderên herêmî û navdewletî re, çi sebaret bi Libnanê an
Felestînê an Îraqê ..h.d, û gellekan ji hoyên domandina pirr
yasa û pêrabûnên zordar nahêle, û hoyên bixayîndanê û sepandina
rahatin û siyasetên zordar sinûrdike, ji serkutkirinê û girtinê
û stemê di derheqê zaroyên yek welatî de.
Û di
pêvajoya danîna tiştan di rêbara xwe ya sirûştî de, hindek rol
xuyadibin, jê:
- Rola
erebî, di rêya şiyanên Qeterê re bi başiya têkeliya wê di gel
rojava û dewletên herêmî, û pêşweziya wê ji rexên xwedanên dozê
re û encamdana rêkkeftina Dewhayê ji lihevkombûna rêza libnanî û
bidawîkirina pirsgirêka seroketiyê û rewşa asayişî û giftûgoyên
berdewam li ser sazkirina hikûmeta yekîtiya niştimanî heya
gihêjtina biserîkirina bingeh û hoyên rêkeftina niştimanî.
- Û
herweha rola herêmî di rêya hewildanên Turkiyê re û
navinciyatiya wê sebaret bi danûstandinên sûrî – îsrayîlî yên
destpêkirin di heman çaxa rêkkeftina Dewhayê de li Qeterê, û hîn
berdewam in ji bo bibine danûstandinine rastexwe û berdar, û
encamê wan ji hewildanên Sûriyê berve wekhevkirina nakokiyê de
di navbêna herdu bizavên FETIH û HEMAS wek rêxweşkirinê ji bo ku
rexê felestînî bikeve giftûgoyeke rastexwe bi rexê îsrayîlî re.
- Û
roleke sêyemîn navdewletî ye di rêya liva diplomasiya frensî re
berve pakkirina asimanan de bi Sûriyê re piştî sariyek dirêj di
têkeliyên herdu welatan de.
Û
pendyarî di hersê rolan de xuyadibe – tevî piştîneyên wan ên
navdewletî yên kûr – di ku dewleta Qeterê ne di têkoşînek
rastexwe de bû bi ti dewletên herêmê re (wek ku he ye sebaret
bi Misirê û Se'ûdiyê di gel bilî wan re), nemaze li ser qada
libnanî, û Turkiya wek dewletek xwedî têkeliyên herêmî yên baş
bi layê îslamî re bi giştî û bi layê erebî re û nemaze yê sûrî
piştî rêkkeftinên dawîn bi taybetî, û hevbendiyên wê bi layê
îsrayîlî re di gel piştîneyên wê yên rojavayî. Frensa jî, çimkî
têkeliya wê bi avzêla deryaya navîn re dîrokî ye û nemaze bi
Sûriyê û Libnanê re ji rojên raspardekirinê de, û her weha
seroketiya wê ji Yekîtiya Ewropî re, û paşê rola wê hajêbûnê
çênakê wek ku Amerîka be – tevî heyina destên Frensa di hemî
rêkxistinan de – û herweha lidarxistina Frensa ji komta dewletên
(Yekîtiya Navîn) di 13 ê vê Tîrmehê de, û bangkirina wê ji
Sûriyê re ji bo beşdariyê tê de.
Guman
nîne ku hersê rol ji yek riwangeh de derdikevin, û hevdu
temamdikin, û bi hev re dixwazin bingeh û sinûrine deynin ji
rêkxistinine nû re di deverê de bi gelemperî, û dernakevin ji
pêvajoya proseya guhertinê ya rewan li cîhanê, û – weku ji
têkeliyên wê de xuya ye – destpêdike bi dermankirina cihên
girjîbûnê (Libnan, Felestîn, proseya aşitiyê, Îraq), û
vegerandina Sûriyê ji rêza erebî re, li gor gotekên wan, û paşê
danîna wê li ser rêgeha guhertina hêdîhêdî, wek ku li dewleta
Misirê û derine din bû, û li dawiyê tenêhêjtina Îranê ji layên
navdewletî û herêmî de û geflêxwarin, û hevrûşiya Îsrayîlê jê re
bi piştgiriya rojavayî, an pêxweşkirina di mercên nehêjtina
zaxkirina yoranyomê û sekinandina bernameyê wê yê etomî û
guherandina reftarê wê bi herdu dorûberên wê yên herêmî û
navdewletî re wek ku xizmeta rêkeftinê dike ji bo bidawîkirina
barê terorîzmê (tirsandinê) û çekên wêrankirina têkrayî û
berîdana berve veguheztina demoqrat de heya gihêjtina
biserîkirina mercên pêkanîna azadiyên giştî û misogerkirina
mafên meriv û mafê gelan di çarenûsînê de.
Heger
Sûrya jî, li gorî wan rolan, biryara xwe vebirriye di
lidûvhatina bi herdu dorûberên xwe yên herêmî û navdewletî re, û
qayîlbûna bi mercên giftûgoyê bi rêveçûna guhertinê û
veguheztina hêdîhêdî re berve jiyanek demoqrat de? De kanîn
pêdiviyên rewşa navxweyî yên bingehîn ji bo selmandina rastiya
wê, û di pêşiyê de jî nehêjtina barê neyasayîyan û fermandanên
nerêtî û dadgehên awarte û azadberdana girtiyên nihêrînê û
helwesta ramyarî û berdana azadiyên demoqratî ..h.d. Lê tiştê ku
dibe ne wek wê ye heger ne bervajî be, çiku girtin berdewam e û
rewşa ramyarî tengtir dibe, û siyaseta regezperest di derheqê
milletê kurd de ziyatir dibe, û nediyariya asoyên sekinîna li
ber doza wî ya neteweyî wek doza gelekî ku li ser xaka xwe ya
dîrokî dijî, di gel peydakirina rijêmê ji alavên girijîbûnên
navxweyî û ziyadbûna gendeliyê û berdayîyê û mehsûbiyetê, û
ziyadbûna karwanên bêkariyê li sûkan û li ber fermangehên şolên
civakî û karî, û diyarbûna diyaroka gunehbariyê û diziyê ji ber
birçîbûna belavbûyî di nav texine fereh de ji civaka sûrî, çi bi
sedema hişkatiyê an bi sedema tunnebûna derfetên karî û
ziyadbûna kujtyar di nirxên gereste û berhemên bikarbirinî de
nemaze piştî bilindbûna nirxên ardû û bitaybetî jî mazotê û
ziyanên mezin ên ku ji ber wê gihêjtine hemî navderên çandinî û
çêrandinî û xwediyên dahatê sinûrkirî û hemi xizanan..
Û bi
vê wateyê jî, û di heman pêvajoyê de, Sûriya nikare digelçûna
qonaxê û guhertiyên wê bike, û nikare dilsoziya xwe biselmîne li
ber civaka navdewletî, heger hindek pêrabûn û rêkxistinên bilez
bikar nehîne berve xweamadekirinê de ji pêdiviyên rewşa navxweyî
re ji azadiyên giştî û misogerkirina erkên jiyana hêja ji
hevwelatiyan re û venasîna aşkere û rastexwe bi Sûryayeke
curbicur ji layên neteweyî û ayînî û ramyarî de, û amadekirina
alavên çareserkirina doza kurdî wek doza milletekî ku li ser
xaka xwe ya dîrokî dijî, û di çarçoveya yekîtiya welatî de û wek
ku pişkdariyê di pêşketina wî de dike.
----------------------------------------------
* DENG
rojmameyek giştî ye, ji weşanên nivîsîngeha çand û ragihandinê,
ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
----------------------------------------------
Ferhengoka sernivîsê:
Adgar -
ملامح
Aso - أفق
Avzêl -
حوض
Ayîn -
دين
Awarte -
استثنائي
Alav -
عوامل
Ardû -
وقود
Bikarbirinî
– استهلاكي
Barûdox -
وضع
Berdar -
مثمر
Bandor -
تأثير
Behane –
حجة، ذريعة
Bixayîndan
- تخوين
Bizav -
حركة
Bar- حالة
Berdayîn
- تسيب
Çarçove -
إطار
Durv –
شكل
Daxbarî -
تأثر
Derya -
بحر
Dorûber -
محيط
Diyarok -
ظاهرة
Derfet -
فرصة
Digelçûn
- مواكبة
Dahat -
دخل
Erk –
مهمة، واجب
Fermandan
- حكم
Fermangeh
– دائرة (حكومية)
Girjîbûn
– توتر، احتقان
Gendelî -
فساد
Gereste -
مادة
Gotek –
زعم، ادعاء
Hevrûşî -
تحرش
Helwest -
موقف
Ho - مبرر
Hajêbûn -
تحسس
Herifîn -
تداعي
Hişkatî -
جفاف
Helûmerc
- ظروف
Komt -
قمة
Têkrayî -
شامل
Kujtyar -
قاتل
Lidûvhatin
- تجاوب
Merc -
شرط
Nirx –
سعر، قيمة
Navinciyatî
- وساطة
Nakokî -
خلاف
Nîgar -
رسم
Neyasayîyan
- طوارئ
Nerêtî -
عرفي
Navxweyî
– محلي، داخلي
Nerêk –
مخالف، مختلف
Nemaze -
خاصةً
Pêvajo -
سياق
Pendyarî
- حكمة
Piştîne -
خلفية
Pêrabûn -
إجراء
Prose -
عملية
Pirsgirêk
- مشكلة
Rade -
مستوى
Rijdî -
جدية
Rahatin -
ممارسة
Riwangeh
- منطلق
Rêpîvan -
مسيرة
Rol - دور
Rêbar -
مسار
Rex - طرف
Reftar -
سلوك
Rêxweşkirin
- تمهيد
Rêkkeftin
- اتفاق
Raspardekirin
- انتداب
Rêveçûn -
مسيرة
Regezperest
- عنصري
Rêkxistin
- ترتيب
Tex -
شريحة
Selmandin
- إثبات
Şêl -
شعبة
Şol – شأن
(شؤون)
Şêwe -
أسلوب
Şiyan -
جهد
Sepandin
- فرض
Wêrankirin
- دمار
Wate –
معنى
Ziyan -
ضرر
|