AGIRÊ ŞEHREZAD
Qêrînek ...
Di cîhana
bîraminde bilind dibe
Kevlê
Moskova ...
Limin dirûxîne
Hişêmin
tîne ...
Liber çavêdmin datîne
Ji bihna bêganiyê
Termekî raxistî ...
Û
.. min cudadike ji hebûnamin
Û ..
hebûnamin ...
Dixe ortaqa mergêmin ...
Û li Amûdê vedgerîne
Liser baskê qundisa Gerdûnî
Bi şahî ...
Gerdûnêmin nîgardike ...
Bi ramanêdmin ...!
Helbestamin
...
Xwe radipêçe ...
Bi Idîyolociyamin
Li
bejna Amûdê dibe
Amûdê ...
Ji kevlê
hebûnêr tacî
Jîn
rawestyaye ...
Mîna kolakî liber derête
Cokeke
zelal ...
Diherike ji
tilênte
Karwanêd
belengaz û evîndaran ...
Jar û melûl
Ferkosî dibin ...
Ji her layî dikşin ...
Tên ber destête
Vedxun ...
Qumekê ji gurijînate
Gurnijîna jîndariyê
Bi lêvên
zîz û çavin zelûl ...
Pûtê Şehrezad helestî ...
Sihade ...
Berî li ŞERMOLA ...
ŞIBHILLEYL
...
Mizgîn daye
EREBISTAN ...
Bi vemirandina van Stêran
Stêrên hêviya mand
Karkerên
dest qeliştî ...
Lihivya
jînek bi xuhdan
Dan ser rêça dilêmin
Dilê katê ...
Û .. hêviya bendewar
Ji her gund
û layî civyan
Li ŞEHREZADA koçbar
Jiber AGIRÊ ŞIBHILLEYL ...!
Ho Conta
AGIRPEREST ...
Ji PAYTEXTA sitemkarî ...
Hilgire şûrê vebirrînê
Bi mêrxasî
Pêşde wer ...
Jînxwaz
radipirin
Buhar perêdxwe berda
Bîhna nefel û beybûnan ...
Difûre
Reha netewî
nayête birîn ...!!!
Daniştim
...
Û .. lirexmin danişt
Qêrîna
LEHENGÊ ŞEHREZAD
Liber guhê keran ..
Kûsaxwe veda ..!
Mîna ROMA
Werin
temaşa ...
Agir
xweberdaye laşan
Jibo CEZAYIR ...
Jibo EREBISTAN ...
Jibîrbûye
KURDISTAN
Daweta şînê
lidare
Şîna Kurdaye ...
Liherder xuyaye
Werin .. de
werin ...
Rehêdxwe berdaye ...
Ev arê dijwar
Vaye li
Dersîm û Agirî ...
Li
Mehabad û Şino ...
Li Helebce û Xormalê ...
Cîhana
şiyar ...
Li qêrînê bibin guhdar
Pêlên derya
kovanan ...
Hêriş dane ser dilêmin
U ez ..
lidoraxwe digerim ...
Mîna şahê tac wendayî
Liwê
derahan rûniştiye ...
Gewenda xwedî tac
Govendê digerîne ...
Her
ŞEHREZADEK lidardikeve ...
Derbasdike
odaxwey xewê ...
Mêrên xwedî nîşan
HELAKO ...
serîhilde ...
Li
şûnmayêdxwe binêre
Nahêlin Miletek bikenin ...
Yanjî serîhildin
...
Yanjî stiranên azadyê
bibêjin
Zû serî dibirin
TEYMOR ...
xewneke ...
Qêrîn nakeve xew
Wêran û
kuştin ...
Karêdwebûn
Evana ...
Karêdwan .. nehiştin
Qêrîn dinav
dûmanêdeye
Qumrî diperpite ...
Gêjdibe ...
Dilerize ...
Qad
diderize ...
Ji bîhna dûmanê
Û .. AMÛDÊ .. dikuxwe
Şêrkoh Hopo
01.1993
Amûdê
01.11.2004