|
|
|
|
|
K.binxetê-04.05.2005 |
|
Tola Azadiyê
Bêwar
Ibrahîm
K.binxetê/14.05.05
Tola Azadiyê ( 1)
Stiranên jiyanê
Di gerdenan de
Kuþtin ,
Rûpelên vînê
Çirandin ,
Xwêdan û xwîn ...
Li ser sînga evînê
Meyandin ,
Agir û pêt ...
Li ser pêlên avê
Çandin ...;
Dawiya dawî
Ne ristî ne badayî
Xuþk û bira
Li ser
Hespê gunehkariyê
Siwar kirin û
Piþtî ew li hev mehrkirin
Dane revandin ...
Dane revandin ...
Tola
Azadiyê ( 2)
Serbazê leþkerê
Bobelatên reþ bû ,
Tola azadiyê
Li ser hespê
Þev û rojê
Siwar bibû ;
Li wan bobelatan
Digeriya ,
Li ser sînga
Dayika ber mirinê
Li hev rast hatin ;
Bi heyecaneke xwînlî
Ketin pêxêrê hevdû ...?!
Xwîna sor û reþ
Li ser du rêkan
Bûn kanî...;
Çiya pozê xwe
Netewand ,
Û tola azadiyê
Ji ser hespê xwe
Peya ne bû ;
Ta sînga dayika ber mirinê
Bû qada þer û
Ava her dû kanîyan
Bû çemeke bi hêz ,
Li ber hêza wê avê
Ne çiya hejiya û
Ne azadî noq bû ,
Ta çiya û azadî bûn yek ,
Tol kirin pembo û
Devê birînan pê
Ziwakirin .
Dilê min
Dilê min bê mehder
Ji sînga
Buhara evînê
Dizîn ;
Li çarþiya qaçaxçiyan
Dane ber bazarê ;
Lê kesekî ev dil
Bazar nekir ,
Dema ...
Qiralê xwezîyan
Di wê çarþiyê de buhirî ,
Çav bi dilê belengaz ket ,
Li ber rawestiya û got :
Çi daxwaza te ye ?!
Hingê dilê min
Bi mêranî
Lê vegerand :
Daxwaza min
Kuþtina te ye ...
Kuþtina te ye
Welatê min
Te bi awirên çavên xwe
Yên kelogirî ...,
Þîn û þadiya
Nexþê evînê
Li ser sînga min
Neqiþand ...;
Te serboriyên
Þîniyên toldar
Kirine
Meya jibîrkirinê û
Li ser masa xewnên min
Daniye ...;
Te lêvên ziwa
Ji Kaniya
Xwîna dilê xwe
Rewa kirine ...,
Te hiþt ku
Tîpên her zimanî
Di her zemanî de
Bibin xilxal
Û li dora gwîzekên lingê min
Dîlan û govendan bigerînin ...;
Bi tenê
Tîpên zimanê te
WELATO
Bûne sirûdên efsaneyî
Li ser zimanê min ,
Her sibeh di hola
Dibistaneke bê
AL de
Têne xwendin .
|
|
i ber bejna cenabê Barzaniyê nemir hêsir difûrin û xwîn dikele ,
li dirêjahiya 25 salan roj mîna libên tizbiyê bi dûv hevdûve xwe
berdidin , gelek boyer û rodanên wêrek û newêrek li hember hev
rawestiyan , gelek gazinên þor û þêrîn di cogên kûr de þerê
hevkirin , lê piþtî 25 salan û bi taybetî ji destpêka sala 2000
ê ve , boyera ku hinavê her Kurdperwerekî hejand , bobelata
Hewlêr a paytexta Kurdistanê bû di yekê sibata de sibeha cejna
qurbana reþ , di vê boyerê de gelek þêr û mêr ku rêbaza
Barzaniyê nemir ji wan re nameyek muqedes bû þehîd ketin wek
Samî Ebdurheman , Þewket Þêx yezdîn , Seed Ebdulla û Mihdî
Xoþnaw , karwanên van þehîdên pîroz dest vala bi ser Barzaniyê
nemir de neçûn , ala Kurdistana azad xistin destê rastê û nûçeya
ketina rêjîma Beis li Iriaqê xistin destê çepê de ,raste hêsrên
kak Mesûd Barzanî û kak Neçîrvan Barzanî û hêsrên tev Kurdên
dilsoz û wefadar di nav tilîyên destên van þehîdên nemir re de
diherikîn ... lê her dilopek ji van hêsran mizgîniya xêrê li ber
lingê Barzaniyê nemir danîn û bi yek dengî gotin :
Bêjin Hewlêr
Bela negrî
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Raste .. kezîyên agir vêketin
Di nav golên xwîna
Samî Ebdurehman û
Þewket Þêx Yezdîn ,
Seed Ebdula û
Mihdî Xoþnaw de ,
Di nav xwîna Ekrem mentiq û
Du xesro yên soran de ,
Lê Xesro Pîrbal bi
Mêvanên cejnê re
Derket bû
Û sed mixabin ...
Li vegerê ,
Ne Samî dît ,
Ne Þewket dîtn ,
Ne Mihdî dît ,
Ne Newzad dît ,
Ne Seed dît ,
Li ber termên
Þêr û mêran
Ew jî nîvkuþtî bû ...;
Raste ...
Çavên bendewar
Di sibeha
Cejna qurbana reþ de
Li ber stiranên mirinê
Hatin rijandin ...;
Xewnên xweþ û pembehî ....
Di bin pêyên
Leþkerên tozê de
Bi navê ola islamê
Û mîrên musilmanan
Tev perpitîn û çiriyan ... ;
Ew nizanin ku
Tovê xewnên me
Li ber bayê
Ala rengîn
Û siya
Azadiya Kurdistanê
Têne vejandin û xwe nûdikin ... ;
Nizanin ku gelek
Pirs û pirsok ,
Ji hembêza mirinê xwe
Vedidizin ;
Gelek xal û bêhnok
Ji ser rêkên bê armanc
Vedigerin ...;
Û gelek hêvî û omîd
Ava berfê û lîlavê ...
Bi ser agirê qederê ve
Digvêþin û wî agirî
Vedimrînin .
* * *
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Erê raste ew
Xwezîyên xwekujiyê
Li ser sînga wê
Peqandin ...
Gelek kezîyên
Reþ û sor û zer
Ji qurm ve jêkirin ...;
Gelek diranên tûj
Ji þikefta dev hilpekeandin ;
Kaniyên xwînê di
Sikak û kolanên
Wijdanên reþ û
Mejîyên genî de
Bi destên terorîstên
Xab , xedir û xiyanetê
Di nav mij û tozê de
Herikandin ...;
Lê Hewlêr nehejiya ...
Ew pir û peravên
Navtêdan û xwepêþandanên
Duhok û Silêmaniyê û tev
Kurdên li ser goka zemîne .. ,
Ew xencera
Barzaniyê nemire ,
Ku li ser hustê
Çaldêran û Cezair
Hatiye danîn ...,
Ew hêsir , xwêdan û peyvên
Ku di lûlikên tivingên
Pêþmergên qehreman de
Dibin gulle û
Di þûna her gullyekê de
Termekî þehîdaye
Ku canê xwe daye ji bo
Felat û azadiyê ...
* * *
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Bela dilê wê ji
Birayên wê
Yên musulman nemîne !!!
Bela dilê wê ji
Der û cîranan nemîne !!
Tu berjewendî û têkiliyên wan
Bi rijandina
Xwîna tahir nîne !!
Kezeba dayik û bavan ,
Dost û yaran
Ne bi destên wan hatin
Qelaþtin û sotin ...!!
Bela dilê wê
Ji ol û oldarên Islamê nemîne ;
Ne valane ji dilopên
Hêsr û xwîna
Welatên ber serjêkirinê re !!!
Bela dilê wê ji
Camiya Ezher a þerîf nemîne !!!
Ne valaye ji miletan re !!
( Welîme Lîaþab Elbehir ) û
( Wesaya fî Iþq Elnîsa ) ...
Þerefa wê li erdê xistine ,
Îro ketiye þer û berê
Tolhildana namûs û þerefê ...;
Ji xwe Camiya Zeytûnê
Xwe ji þeref û namûsê
Bêrî kiriye ,
Sîng û berên zeriyan dike
Textên reþ û
Bi dîwaran ve dadileqîne ..;
Tew camiya Emewî
Xwe keroke dike dengnake ,
Ew hêlîna kevokaye û
Haj û bajê wê
Ji kevokên serjêkirî nîne ...;
Na..na bela qet dilê wê
Ji der û cîranan nemîne ..
* * *
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Ew qublegeha pêximberên
Kurdayetiyê ye ..;
Gotin :
Berxwedan jiyane ;
Ew nizanin ku
Jiyan berxwedane û
Hewlêr vîn û jiyane ,
Pêþmerge û çiyane ,
Gula welatê rojêye ...;
Çiyayên Kurdistanê
Ji Zaxoka Behdînan
Ta bi Xaniqîna Soran
Dibêjin :
Bela Hewlêr negrî ...
Ew warê
Sinbil û sembolaye ;
Paytexta dîroka
Resen û windaye ;
Ew YÛSIV ê pêxmbere ,
Ku birayên wî bi xapandinê
Ew xistin çala mirinê ,
Lê YÛSIV nemir
Ew bi sebrê bûye
Melekê Misrê ,
Û Hewlêr namire ...
Ew paytexta rojê ye ,
Wê yazde kewkeb û
Der û cîran
Jê re herin sicûdê ...;
Bêjin Hewlêr
Bela negrî ...
Ew buhuþt û gulîstane ...
Paytexta
Kurd û Kurdistane .
|
|
|
|
|
|
|
|
|