Were Adarê were
Bêwar Ibrahîm
K.binxetê/14.05.05
Were Adarê were !
Birînê ji ser birînan biçine,
Tovê hêvî û xewnan di xaka cegerdariyê de biçîne,
Konê þîn-nameyan li ber dergehê xwe vegre ...
Tabûrên leþkerên Kurdayetiyê
Li ber dergehê keleha te
dûrêzî hev dibin ,
Bê vexwendin xwe vexwendî
Govenda þîn û þadiya te dikin .
Were Adarê were !
Bela .... serokê serokan Barzaniyê nemir
Di sînga konê bîranînan de rûne ,
Pirtûka dîroka rojê ji bin þalê xwe derxîne
Û bi serê xencera xwe êþ , derd û keserên
Dîroka þîniyên vî welatê birîndar þanî me bike,
Bela ... rêk û þivîlekan di bedena çiyayên astengan de
ji nû li ber me veke û di bin barana
dilopên xwînê de serboriyên rêka azadiyê ji me re
bixwîne .
Were Adarê were !
Bela ... destpêka dîlana berf û baranê bi stiran , lawik
û heyranokên me bin ,
Bela ... xwendina þalûl û bilbilan ji þîn û þadiyên me
bin
Bela ... hatina berbang û êvaran bi ken û girîyê me bin,
Bi girnijandin û ponijandinên me bin,
Bi ketin û serketinên me bin .
Were Adarê were !
Emê bi hev re di bin barana xwîna dîrokê de bimeþin ,
Cîwazya reþbînî û geþbîniyê ...
Li ser zendên cegerdariya mêran li hev mehr bikin .
Heger em ji rojên te þerm û fihêt ne kin,
Bela ... þermîniya me ji hêsrên serok Mesûd Barzanî be,
Ku ji yekê sibata malwêran ve dêmê wî ziwanebûne .
Dêmê wî ku nexþê Kurdistanê li ser þînhatiye ,
Milê wî ku Alayê Kurdistanê hilgirtiye ,
Hizra wî ku rêbaza Barzaniyê ne mir
Li her çar aliyên dinyayê belavkiriye .
Were Adarê were !
Ava jiyanê ji serê tilîyên Pêxemberên Kurdayetiyê
biherikîne ...
Wijdanên hiþk, ziwa û bêol av bide ...
Bela ... nevîyên Beko , Cimo û Nicmo ... xwe tahir
bikin ...
Bela ... siwarên tozê û reþahiyê ...
Xwe hinekî ji qirêj û gemarê daweþînin .
Were Adarê were !
Li ber dergehê dîrokê rûne û binehwirîne :
Hey Felekê xayinê te çima li me wakir
Te mala me xera kir
Te konê me ji nav konana rakir
Te dilê dostan þikan
Dilê dijminan bi me þa kir ...
Rûpelên newêrek û derewîn ...
Ji nav rûpelên wê jêke û biçirîne ...,
Bi her sîh û yek rojên xwe bike hawar û qêrîn :
Mane bese ... bejna genimê me bi dasên neyaran tê çinîn
.
Ma ne bese ... nanê tisî bi hêsir û xwînê tê nimandin .
Ma ne bese ... birînên kûr û dijwar bi tif û dijûnan
têne kewandin .
Were Adarê were !
Tûrê þîn û þadiyên xwe
Li ser serê Kurdan vala bike ,
Nema xeme ...
Biryara dengê azadiyê yeke nabe dido :
Mahabad muhra me ye
Hewlêr paytexta me ye
Qamiþlo vîna me ye
Diyar bekir mala me ye
Were Adarê were !
Çiya ... li ber bahozan na hejin
Asman ... ji dengê berik û bumban na qeliþin
Wijdan û mirovantî ... li ber agirê þer û xerabiyê
Naqijilin û nayên sotin .
Emê li ser rêbaza Pêxemberê Kurdayetiyê
Barzaniyê Nemir bimeþin ...
Û li ber hênkaya bayê azadiyê û
Tîna welatê rojê ji Mahabad , Hewlêr ,
Qamiþlo û Diyarbekir re bibêjin :
Bîngeha welatan
Mirovin
Û bîngeha mirovan
Zimane
Û zimanê Kurdî
Ji birûnên we re
Xweþ dermane
Xewþ dermane
01/03/2005