.

 


 
 
kbx-20.02.08.08.55.EU

Çavên te … !
Ronî ELÎ

Çavên te … !

Kelek û Gemiyên dilê nîvkuştî
Dane ber bahoz û pêlên bê binî
Di heşiniya sînga xwe de
Mest û gêj hilgirtin
Û ji kenarê bîranîn û afsaneyan
Bi dûr xistin …

***

Çavên te … !

Kevokên di dilan de basko kirî
Sinbilên di pençan de kedî kirî
Jinên bê ber
Û keçikên bê bext
Tev evîna di lepên lawiran de
Di helbesta min de lerizan din …

***

Çavên te … !

Di sînga Civilî de
Gurzên agirê Dojeha bêpariyê
Meya Buhişta siwarê Jinebiyan
Û fixana çivîkên zivistanê
Tev ahîna jinên mêr nemirî
Li hev xistin …

***

Çavên te … !

Bibilê Sînga birçî
Di nav dêm û gubega mijgulan de
Xiste cenga berberiya lêv û diranan
Gur û Şivanan
Mêyikiya dara benîştokê
Û girgîniya Gakûfiyê Newalan …


***

Çavên te … !

Stêrên merxê
Kaniyên çerxê
Sorgulên baxan
Xunçeyên şaxan
Di tûrikê Mila şevê de
Di kevçikê Dilê berfê de
li hev banan din …

***

Çavên te … !

Dçikên heyînê
Paçikên zayînê
Rêwiyên çem û kadizê
Şagirtên evîna Nêrgizê
tev boke, pîlot û dengizê
Li ser piştê meşandin …

***

Lê navê te … !

Dujeh û Buhişt
Perwîn û nivişt
Gur û Xezalê
Yar û delalê
Amojn û sêwî
Xwesî û hêwî
Li hev civandin
Û rakirin sema …

15. 9. 2003
 

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien