Çirûsk
Kamran Simo Hedilî
dil
nefela baran lêhatî
hestên me xunavgirtî
hatinên dûr
li mirina lehengên bênav dinêrin
çirûskên hêviyê direcifîn
di cîhana mejiyê me de
bê dengîyeke giran, giran hebû
ronahiya nûvejînê
bi kulîlkên awirên heyvê
di nav kirasê bê hêvîtiyê de
xwe berdide
ser bêdengiyên
di malzaroka evînê de
hezkirin û hêvî hişyar dikir
çirûska GELAWÊJÊ
bayekî nerim û nazik
li gerdûn digerand
piste, piste kulîlkan bû
mizgîniyên şîn û şahiyên
dê bên di dane hev
dilên
di bîra evînê de tirsiyayî
rondikên
hezkirinê dibarandin
destên ji hev qetandî
ber bi hev direviyan
ramanên kelemçekirî
zincîr diqetandin
bi agirê azadiyê
mexalê dîlîtiyê dişewitandin
di malzaroka evînê de
bi sedan siwarên cengê
li hev di qulibandin
ew dem nayê bîra zarokan
demeke melûl melûl…
mezin naxwazin bi bîr bînin
nêrînên mirî
di gevzoka gera bêbinî de
dans dikirin
di pêşbirka xulamtiyê de
bi
hev re şer dikirin
koma heyî jî
balav dikirin
zarokên hêviyê
ajotine ser rastiyê
şoştin
guman û mij
bi hêza ronahiyên
êdî fireh in gavên me
û dengên baweriyê
dengên îro
nayêne bihîstin li ser lêvan
afirandin ev jiyan
xunava dilê me anî
ewrên dûr, dûr...
yên çav şil
yên li zengilê dîlanê dixin
Kamran Simo
Hedilî kî ye
Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser
navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe
bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê
nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk
ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980
de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û
Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne,
li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di
amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji
nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê
xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata
خranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar
parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de
û hem di nav xabata artêê de cihê xwe digire. Ji 1982
ve dinivîse, pêî bi tirkî dinivîsî. Piştre bi kurdî
dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest,
destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de
hatine weşandin. Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a
navnetewî ye. Vêga di rêvebiriya Enstutyiya Kurdî li
Stockholm xabata xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên
çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan,
kurteçîrok, Ji Enfalê eveke bêsibe, destan, Min deng kutin,
helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye?
lêkolîn li ser danasîna helbestê û kîjan kulîlk çavên te
ne?
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se