.

 


 
 
K.B.X.15.08.08

 

Rojeke  reş bû

Hozan X.Efrînî K.B.X.15.08.08
 

Rojeke reş bû ji rojên Kurdan

 Rojeke reş  ji sêşema candan

Li gundên  girî Ezîz teqîndan

Li sîpa şêx xidir jî alafdan

Dengeke ji ber hawara wîjdan

Rengeke ji dîmenên yazdan

Qêrîneke  ji şengala hêlan

Nûçeyeke pir sar ji bo dilan

 Firmêskeke ji reş çavên Şîlan

Wek Helebçe û Geliya Zîlan

Li dijî  zarok û  pîr û jinan

Giştek  ji regezresenên Medan

Bi hovîtî û rengên pir erzan

Rijandin  hemû mastên hêvan

Em  napejrînin bê bersîvdan

Ji bîr nabe çardehê  heyştan

Ji bîr nabe  nalînên  Êzdiyan

 Êzdiyên bi rêdan û dîrokzan

Rojeke reş bû ji rojên kurdan

 Rojeke reş  ji sêşema candan

Serdaneke ji bo pîrên şêxan

Ta mîr û şêx û hemû mirûdan

Bikin bang li Kurdistan û cîhan

Bi pênûs û gelek  xwepêşandan

Ta rizgarbin ji koştin û lêdan

Bila nemînin rojên bi candan

Bila hebe diruşmên nav giran

Her azadî û her hêza viyan

Ta  pêkanîna  rastiya  jiyan

Her hebê gelê Kurd û Kurdistan

 

Silêmaniyê-14-8-2008

(efrinzan@gmail.com).

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien