K.B.Ê.08.11.07.10.45.GMT

 

Rêwî yê Şingalê

Sêrikeke geş

ezmanekî sipî,

hebûneke riç

dîrokeke zindî,

berî didin rojê

kal û zarok û zerî,

bi hêvî û daxwazin ew

çav li rêya azadî,

tê bimîne Şingal,

Şingala Êzîdî (kurdî)

 

Şingala xwînê,

zindana vekirî,

warê şêr û pilinga û romanên zindî,

ji bo te mêrxas û egît dibin xwnî,

li ber dergehê te me ez

dîtina te bo min ma xwezî,

di destê min de baqek gul heye

û ev dil her bo te ye diyarî,

 

 

Şingala xwînê,

li ber dergihê te

ez bûme derwêş,

nizanim

kî wê bo min bibe

rêber û serkeş,

destê min û te bi hevde

û ji vî dilî rakê êş,

evîndarê te me ez

ezim yê bo te dilêş,

ezê her li ber dergihê te bimînim

û bixwînim helbestên bi êş.

 

Evîndarê te me ez

û dîtina te ma hêvî,

çadir bo min bû mal

cihê ku lê pirin êzîdî,

tev mêrxas û egîtin

ewin bo min dost û heval û xwedî,

li warê mîr û bavê şêx

xizmetkarên lalişa nîranî,

çav ma li rêya wê

bo Şingalê dil digrî,

 

dil xweşim bi te Kurdistan

her bijî tu,

û li ba be ev Ala Niştiman

Kurd tev dilêşê tene

dewlemend,feqîr û xizan,

tu li dîwana dil rûniştî

qurbana teye ev dil û can,

gef pirin li ser te,

egal û şifqe bûn tîr û kevan.

 

Dilxweşim bi vê tifaqê

tifaqa kurdan,

bi hevre bûn yek

Kurmanc,Zaza û Soran,

dest bidestin tev

pêşmerge û şervanê çiyan,

qurbana xaka tene

tevde ji dil û can,

parêzvanê xemla tene

ranazin keç û xortên ciwan,

sirûda azadî yê dixwînin

li  Amed û Hewlêra ciwan,

her bijî,

û tê her bijî

dayîka min Kurdistan,

her bijî

û tê her bijî bo kurd

Şingala birîndar.

 

         Xebat Şakir

19.10.2007 Dehok /Kurdisatn

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien