Barzanî roja yekþema pêþî dibe serokê
Herêma Kurdistanê
PNA
Piþtî pesend kirina yasaya seroketîya Herêma Kurdistanê ji alîyê
Parlemana Kurdistanê ve, ku duhî 7/6/2005a bi hêvarî û bi
dengdana aþkere ji alîyê piranîya endamên Parlemanê hate pesend
kirin, birêz Mesûd Barzanî serokê Partîya Demokrata Kurdistanê
di rûniþtina pêþî de ya Parlemana Kurdistanê dê bibe serokê
Herêma Kurdistanê
.
Birêz Mihemed Ferec endamê parlemana Herêma Kurdistanê di
axaftineke taybet de li gel Peyamnêr got: ``Rojê yekþemê
Parlemana Kurdistanê dê bicive û du rûniþtin dê were
lidarxistin, di rûniþtina yekê de birêz Mesûd Barzanî xwe kandîd
dike û deng ji bo didin, înca di rûniþtina dudowê de serokê
Herêma Kurdistanê sûnd dixwe û dibe serokê Herêma Kurdistanê``.
Dema serokatîya Herêma Kurdistanê li gor rêkeftinên Partî û
Yekîtî û her weku di yasayê serokatîya Herêm de hatîye, bo çar
sala ye û serokê Herêm dikare careke dî ji bo wergirtina va
postî xwe hilbijê re, lê tenê va carê serokê herêm ji alîyê
parleman de tê hilbijardin, û ji bo carê pêþî bi dengdanên zindî
ji alîyên welatîyên Kurdistanê ve dê were hilbijardin .
Li gor zanyarîyên Peyamnêr ku ji îro de birêz Barzanî dibe
serokê Herêma Kurdistanê, aheng tê kirin, lê amadekirin ji bo wê
ahengê di wê arestê daye ku ev merasîma nebe boneyeka hizbî, û
bibe wek boneyeka Niþtimanî û Kurdistanî .
|