|
VEBÛNA ZAGROS TV Û PÊÞKETINÊN NÛ…
Dawîyê dawî
de
Zagros TV li ser satalayta Hotbirtê dest bi weþanê kir.
Ev pêþveçûn bo cihana Kurd bi rastî jî zor girîng e. Cihe medya
di roja me de gelek girînge vê girîngî bo Kurdistanîyan hîn
zêdetire. Rewþa rojnamegerîya Kurdî li Kurdistana azad em
dikarin bêjin gelek baþe lê televîzyonvanîya Kurdî ne ewqas
asteke bilinde ye .Heta bi %100 serbixwe bûna Kurdistan divê
medyaya Kurdî gelek karên ku dewlet dike divê ser milên xwe
bigre.
Di serî de diplomasî, pêþxistina çand, huner, muzîk, ziman
hwd... a Kurdî. Divê bi dehan televiyonên Kurdan avabibe.
Kurdistana Baþur de bo pêþketine mediayaya Kurdî bingeh diruste.
Û hêdî hedî jî dezgehên nû tên vekirin. Piþtî serxwebuna
Kurdistanê jî mediyaya kurdî felsefeya xwe divê avayekî neyinî
neguherîne pêþketin û dewlemend buna Kurdistan û çanda Kurdî û
civaka Kurdî hewl bide.Bi wan re girêdayî rojnamegerîya
Kurdî,kovargerîya Kurdî û weþanên Kurdî ên înteraktîf jî ewê
pêþvebiçe.Li Kurdistana Azad de bingeh bo pêþketinan diruste.Her
roj derbarê pêþketinek nû de nûçeyek tê.Nûçeya herî dawî ku -bo
raya min gavekî girîng bû- biryara
damezrandina
xaneya destnivîsê Kurdî bû ku bo parastina destnivîsên Kurdî zor
girînge û bo zimanê Kurdî pêþketinek gelek girînge.
Vebûna Zagros TV
piþtî hilbijartina Br.Mesud
BARZANÎ bo
Serokatîya Dewleta Federe a Kurdistan û hin pêþketinên din ku di
siyaset,diplomasî û hin warên din de pêkhatiye, xelatek bû û
keyfxweþîya Neteweya Kurd geþtir kir. Zagros TV di
medyaya Kurdî de valahîyek tije dike. Lê ne bese .Li gel kêm
bûna amûrên ragihandinê di serî de kêmbûna televîzyonên Kurdî,
Medyaya Kurdî de kêmasîya herî mezin nebûna profesyonelbun e
.Divê vê keþe were çareser kirin. ZAGROS TV ji Kurdistana
Baþûr weþan dike. Ev yek gelekî girînge çunke divê medyaya Kurdî
di axa xwe de pêþbikeve. Gelê Kurdistan li benda televîzyon,
rojname, kovar, malper, radio bi giþtî dezgehên nû ên medyayê
ye. Em wisa hêvî dikin ku ZAGROS TV di xeta serxwebuna
Kurdistan -NE TIÞTEKÎ DIN- bimeþe û berjewendiya bilind a gelê
Kurd li ser her tiþtî bihesibîne. Gelê Kurd derdorên ku berovajî
vê yekê tevdigerin bêguman bi avayekî tund mehkum bike.
Niha 7(Kurdistan TV,Kurdsat
TV,Zagros TV,Rojava TV -tenê rojên înê weþan dike-,Me TV,Roj Tv
û tevî Seher TV) TV û 8 radyoyên Kurdî ser satalaytê weþan
dikin.Her wiha kêm-zêde tevahî 40 rojname(ji wana 2 heb
rojaneye, li Kurdistana Azad weþan dikin û piranîya rojnameyên
Kurdî li Kurdistana Azad weþan dikin),400-450 kovar (piranîya
wan kovaran li Kurdistana Azad weþan dikin) û nêzî 40-45 portala
dengûbas-nûçe ser înternetê weþan dikin. Li gel vê yekê
Rojhilata Navîn 50 mîlyon kurd hene. Bi kêmanî 35 mîlyonê wan
zimanê xwe gelekî bi hêsanî qise dikin.Zimanê Kurdî bi hezaran
salê di wêjeyê de û bi avayekî nivîskî tê bi kar anîn.Kurdî li
Kurdistana Azad ji dibistana serata bigre heta zaningehê de jî
zimanê perwerdeyê ye.Kurd neteweyekî mezine her wiha armanca
gelê Kurd jî ne bicuke.Ji ber wê 4-5 heb televizyona satalaytî
bo neteweya Kurd gelek kême.
Televîzyonên
ku li Kurdistana Baþûr weþana herêmî dikin wek -GULAN TV,XAK
TV,PERWERDE TV,TELEVÎZYONÎ GELÎ KURDISTAN,PUK TV,S TV,KCP
TV,KTV...- divê xwe bikin ser satalytê.
ZAGROS TV li benda alikarîya Xalkê Kurde. Divê Gelê
Kurd bi her avahî piþtgirîya ZAGROS TV bike,
televizyonvanîyek xurt medyayekî xurt a Kurdî ye. Ne tiþtekî
hêsan û biçuke. Ji partiyekî, ji -SEROKEKÎ NE SEROK- hewcetire.
Him ji Kurdisna Bakur, baþur rojhilat û hemû Kurdên cihanê bila
piþtgirî bidine hewldanên bi vî rengî. Televizyona ku temaþe
dikin bila ne bo "XWEDAYEKÎ DEREWKER"
bo azad bûna ax û dahatû rumeta me weþan dike be.
Ez bi navê þexsa xwe hemû
piþtgirîya xwe didim ZAGROS TV û ji niha ve mizgînîya
televîzyon û radyoekî din ê bi Kurdî didim.Demekê nêzik de ewê
malpera Zagros TV jî bikeve xizmeta neteweya Kurd.Her
wiha piþtî demekê Germîyan TV û hin televizyonên nû jî ser
satalaytê bikevin xizmeta Neteweya Kurd.Û ji niha we dixwazim
grubeke medyaya interaktif-kurdî ku ez pêþengîya vê xebatê dikim
ser webê dest bi weþanê bike.
Serkeftin bo
Zagros TV. Ser xêrê be.
FREKANSÊN ZAGROS TV (JI KURDISTANA AZAD)
Hotbird
frek.: 11727, Ver.: 27500
Serhad B.RÊNAS
B.KURDISTANÊ-AMED
serhadbrenas@yahoo.com
|