عربي

 

 

 

 

Ji Raya Giştî Re

    Ne tesaduf e ku ev çalakîya dervayî însaniyetê di demeke weha de hatiye kirin, ku gelê me yê Başurê Rojava amadekariya salvegera raperîna 12'ê Adarê dikir. Bi tevayî aksê vê; ev çalakî hedefê xwe bi zanebûn hilbijartiye. Di vir de armanc ew e ku, amadekariyên li Kurdistana Başurê Rojava werin sabote kirin û pêşiya têkoşîna gelê me ya meşru û demokratîk were girtin.

   Bi pêşketinên erenî û hessas ên ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Iraq û li Kurdistana Başur derketine holê, hêzên herêmê yên munkîr û şoven, û hin rêxistinên ku -qaşo bi navê Kurdîtiyê tevdigerin, lê- girêdayî van hêzan in, hewl didin ku van pêşketinan sabote bikin.

   Ev rêxistinên ku bûne pîyonên muxaberatên komarên herêmê, peywira xwe weha zelal kirine ku, têkoşîna netewî ya Kurdistanê ji piştê ve lêbidin. Rêxistina ku vê peywirê herî baş tîne cih, (PKK) Kongra Gel e. Vê rêxistinê, bi vê mîsyona xwe, di pêvajoyên dawî de, gelek welatparêzên Kurd qetil kirine. Hedefa dawî ya vê rêxistina terorîst, di şexsê Şehîd Kemal (Saleh Nurî) de, têkoşîna netewî ya Kurdistana Başurê Rojava bû. Di 17'ê Sîbata 2005'an de, çeteyek mêrkuj girêdayî vê rêxistinê, rêhevalê me Kemal şehîd xistin. Bi vî awayî van çeteyan daxwaza dijminên Kurd, bi taybetî daxwaza muxaberatên Suriyê û Tirkiyê bicih anîn. Bi vê çalakiyê hatiye xwestin ku, gelê Kurdistana Başurê Rojava ku heta îro durî birakujiyê bû, bikşînin nav rewşa birakujiyê. Herweha, ev çeteyên mêrkuj, bi xerabkirina ewlekarî û îstîkrara Kurdistana Başur, ji bo hêzên faşîst ên Tirk bikevin herêmê, zemîn amade dikin. A herî girîng jî ev e: Li Suriye ku di pêvajoyeke veguhertinê de ye, di demeke kin de tevgera me hêza xwe ya pêşengiyê di bin rêberiya şehîd Kemal de derxistibû holê; (PKK) Kongra Gel bi qetilkirina Kemal careke din îspat kir ku ew rasterast bûnê dijminê Kurdan û di destê rejîmên paşvemayî de bûne çekên mêrkujiyê.

   Ne tesaduf e ku ev çalakîya dervayî însaniyetê di demeke weha de hatiye kirin, ku gelê me yê Başurê Rojava amadekariya salvegera
raperîna 12'ê Adarê dikir. Bi tevayî aksê vê; ev çalakî hedefê xwe bi zanebûn hilbijartiye. Di vir de armanc ew e ku, amadekariyên li Kurdistana Başurê Rojava werin sabote kirin û pêşiya têkoşîna gelê me ya meşru û demokratîk were girtin.

   Herçiqas ku li dinyayê û li herêmê pêşketinên nû tên jiyankirin, (PKK) Kongra Gel û hemu çeteyên girêdayî wan, di nêzîkbûna xwe ya terorîst û mêrkuj a ku ji kemalîzmê girtiye, û di famdariya "ji bilî min ji tu ramanê nû re cih nîne" de israr dike. Lê gelê me yê Kurdistana Başurê Rojava, êdî ruyê bixwîn ê vê rêxistinê nas dike. Li dijî vê zîhniyeta ku bi israr mêrkujiya rêberên gel dike, gelê me wê li her derê têbikoşe.

   Weke rêxistina Rêkeftina Demokratîk A Kurdên Suriyê, em bi van çalakiyên dervayî însaniyetê tu caran paşve gav navêjin. Emê têkoşîna xwe hê bilintir bikin. Û emê hemû leyistik û komployên xwînxariyê li dijî gelê me, vala derbixin. Emê ew maskeya ku van xwînxwaran heta îro dane ber rûyê xwe biçirînin, û rastiya wan a ajantiyê ya qirêj derxînin holê. Herweha, li ser bingehê îtîrafên ku ji van çeteyên mêrkuj hatine girtin, emê dadgehkirina serkêşên vê rêxistina çetetiyê di dadgehên navnetewî de bidin pêkanîn.

          Bimre terorîzm!

          Bîranîna Şehîd Kemal (Saleh Nurî), wê bibe rêberê têkoşîna me ya demokratîk!

Rekeftina Demokratîk A Kurdên Suriyê

23'ê Sîbatê 2005'an
 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Syrische Kurdistan