|
Dûrî bîr û ramanan çûbûm..hay jiwan
nemabûm, noqavî derya cîhaneke nûjenî tazî ji çek û ceng û
sergûn û şewatê bibûm, nagihan.. karwanêd hêstirên germ derbûn
ji qundusa herdû şkeftêdminî r ohnîdar, zimîn û gumîna ramaneke
ne diyar ji cîhaneke sar.. bê deng .. mîna birûskê ji asmanê bê
agah xwe berda ser mejyêmin û revandim liser baskêd bayînî,
sînor û kontrolêd nehiniyê bûrandin û min dahiştin bîra bîran di
Qijlêde.
Hemû layêdmin tem û xêw..
dîtin wendabibû, tenha gullên leşkerêd Kemalyê ku ji tirsa
qaçaxçiyan berdidan li asman teysokbûn, wanjî bi vî awayî
sawaxwe berdabûn dilê Amûdyan, vêca wek ku Amûdyan xwe jiwan
gullêd Tirkan diparastin, deh taq min xwe ji bîr û ramanan
diparast, gelek caran û li gelek cihan hêriş didan sermin, wek
li Mûsil.. Amed.. Mosko.. Bakû.. Talîn û Kiyêv û li cihin
dîtirjî wek, Wir.. di kozik û qurçikên nehiniyêde.. di tariya
şevên tarîde.. di nava tîpên Helbestên ne hûnayîde.. dinav
dûmana çixaraxwede, min xwe vedişart, mixabin.. vê care di
odêde.. liber ronahiyê.. bi laperûşkan ez girtim..bi hîrte û
kelmçên bîranînê min girêda.. berxwedan .. istîwarî her bê
sûdebûn, min dahiştin gerîneka bîran.
Ji tirsa Ferwerîna Nîronî
li Sûrya.. ji tirsa şovenistî û newtewperestî û mandeledana wêy
ji hebûna mirovan hişyarnedibûm.. Na rastirîn ji wesa .. min
nedixwest hişyarbibim.. bîrbibim û biramim.. çunkî agirê Sînema
venedimirî di cîhana bîr û ramanên minde û tînawî ji hişêmin û
Amûdyan nedihat birîn û tirsame ji dirêjbûnêbû, çunkî me bingehê
Ferwerîna Sûrî naskiribû, û ew Agir dirêjbû û dirêjbû 33ê salan
ra gihişt Gwêrana ciwan û girtiyên bêguneh.
Dema qêrîna Pîrejinan û
zivêra Kalemêran û porkişîna Dotmam û Zeriyan ji Amûdê bi pêlan
li çar goşê cîhanê belavbûn, Welat bi Welat geriyan, li Cêhana
Sosyalîst û Împêrtyalîst û Welatên nêtar, lidergehêd Aştêxwaz û
Rêxistinên Mafê Mirovan û Xaçasor dan, mixabin kes guhdarêxwe
nedîtin, Cîhan bi hemû rêxistinênxwe bûn Ar û biwanve pejiqîn,
polî poşman.. bi sil.. bi asmanve hilpirikîn. Hawar û hêviyaxwe
liwir didîtin, mixabin.. efsos.. Yezdanê çavsor û dil bikînjî ..
ne tenha liwan guhnedêra.. balam.. gilolek Pembûyê xuhdanawan
dahişte guhêxwe û bi serberjêrî mîna zuşte Şahekî diberxwede
keniya û bi xweşiya Periyan mijûl û xwerîkbû.. tew jibîrkir ku
Yezdan û fermandare.. erkêdxwe avêtibû qurçikêd dibin dîwarê
Çînêde.. jînawan sergunkir û xweşiya periyêdxwe neda bi hebûn û
nebûna wan Mirovan.
Tenha Ehrîman bi zanîn û jîritî.. bê hezîta.. bi erkêdxwe rabû û
meydan dagîrkir,
ji naçarî Amûdyanjî laşêd ciwanên komirî ji Gwêran hilgirtin ser
milêdxwey bargiran, bi fort û hêrs liber dergehê şewatgeha
Şehrezada suxtan danîn û bi yek dengî gotin ev ( berdewamiya
Sînemaye ).
Erê.. Amûdê..
Dizanim hêjî dirêjdibe ew Agir..
Gelo wê bigihêje ku vê carê..?
Dibistaneke.. Bajareke.. anjî Karxaneyeke..?
Nizanim.. sosretim.. evê tirsê nedihişt vegerim hişyariyê.. û ne
nêzî xewa sivik anjî giran bibim.. digevizîm.. hêjî digevizim
dinavbera xew û hişyariyêde.. tenêmin dilerize.. laperûşkêd
ferwerîna agrînî û samdar limin dipelin.
Rawestan.. vehesîn.. paydos qedexene
Çand.. fêrkirin.. nêrîn, raman û kovar qedexene
Peyv.. pirs û bersiv ken û girî hebûn û nebûn qedexene
Postename..têl û faks tew girêdayîne bi têlên guhdariyêve
lewra tirsê hemû layêdmin dagîrkiriye.. siyamin bûye xêw û
hêrişê dide ser cerg û dil.. ligel evê tirsa ku ra lênabe..
berxwedana jiyanê dikim mîna pinpinîkê xwe didim ser agirê şewat
û nevemirî.
Çunkî dizanim Ala
serkewtinamin hildayîye mîna Derefşê Kaweyanî li ba dibe.
Şêrkoh Hopo
8. 1994
Amû dê
15.11.2004
|