|
K.B.X-12.07.08.16.40.EU
Ji
EuroKurd ê gava yekem:
Rewşa Rojhilatê Kurdistan û Terora Dewletî
EuroKurd Human Rights
li ser mafê mirovan li Kurdistanê dixebite, dosyayên taybetî
amade dike.
Dosya yekem bi
munasebeta salvegera şehadeta Dr. Qasimlo hate amadekirin.
Qetilkirina wî, şêweyê çalakiya li dijî Dr. Qasimlo û hevalên wî
tê niqaşkirin. Dosya di çarçoveya mafê mirovan de giraniya xwe
dide pirsa ”Desthilatdarî û terora dewletê”.
Zarathustra News û
EuroKurd Human Rights di amadekirina dosyayen de hevkariyê
dikin.
Li ser nave
Zarathustra News ê gerînendeyê giştî rojnemevan Gabar Çiyan li
ser dosya nû wisa axifî:
Dosya ji
du beşa pêk tê.
Di beşê
yekem de:
Peyama birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDKÎ jibo 23
hemîn kongireya Enternasyonala Sosyalîst cî digire. Beyana Hicrî
li ser rewşa rojhilatê welêt ji awira mafê mirovan ve jî
agehdariyên giring hemêz dike.
Ji Navenda
PDKÎ birêz Mihemed Salih Qadirî û Rostem Cehangîrî, rêvebirê
rojnamaye Agirî hêja Azad Kurdî bersiva pirsên me li ser buyera
Dr. Qasimlo dan.
Birêz Azad Kurdî bi Dr. Ismail Beşikçi re hevpeyvînek li ser
pirsê pêk anî bû. Ew hevpeyvîn jî di dosya pêşî de cî digire. Ji
Dezgeha Amnesty International hêja Elizabeth Löfgren li ser
rewşa rojhilatê welêt bi analîzek giştî beşdar bû. Seydayê hêja,
nivîskar Zeynelabidîn Zinar ji awira ola îslamê ve li ser pirsa
desthilatdariyê û pirsa terorê rawestiya.
Me
nameya Dr. Qasimlo ku ji rêxistina Yekîtiya Miletan re şandibû
wergerand kurdî. Musa Anter jî di xatiratên xwe de qala Dr.
Qasimlo dike, ew jî hatiye belavkirin.
Beşê
duwê
amade dibe. Di dosyayê de kesên navdar bi dîtinên xwe beşdar
dibin. Her wisa beşek ji raporên mafê mirovan jî dê bêne
belavkirin.
Em
hewil didin ku, di salvegera bîranîna rêberê Gelê Kurd, hêja û
nemir Dr. Qasimlo de li ser buyerê ji nû ve kur bibin, ji awira
mafê mirovan ve nêzî beşê rojhilatê welêt bidin û bi dîtina
kesên polîtîkêr û parêzvanên mafê mirovan ve rewşê bi firehî
binirxînin”.
Dosya dikarin bi
tevayî di
www.eurokurd.net û
www.rositav.com ê de bêne şopandin, xwendin
Eurokurd.net
|