|
|
|
k.binxetê.04.10.09.09.20.GMT |
YULMAZ GUNEYÎ
23 SAL PIŞTÎ KOÇBERBÛNA WÎ YA DAWÎN
Abdullah ÎMAM
baveroni@yahoo.com
Piştî bîst û sê salan ji koçberbûnê, nave navdarê kurd Yulmaz
GUNEYÎ hîn li ser zimanan e, û stêra wî di asimanê Kurdistanê û
Cîhanê de hîn şewqa xwe dide rêya nifşên ayîndeyî .
Di vê gotara kurt de min xwezt Yulmaz Guneyî bînime bîra
xwendevanên hêja , çimkî koçberbûna wî dikeve vê meha Êlûnê berî
23 salan .
Yulmaz ji dayika xwe bû di yekemîn roj de ji meha Nîsanê , sala
1937 z . di malbateke xizan de , li Bakurê Kurdistanê , devera
Edenê , gundê Yenicê , û bavê wî yê ku karkerekî çandinîyê bû ,
ji eşîra Zazan a ku li devera Mûşê cih digire . Malbata wî ji
Mûşê hatibû bidûrxistin piştî şerê desaleta
Turkiyê li dijî kurdan , di dema seroketiya Mustefa Kemalê
Ataturk de .
Piştî ku temenê wî bû 16 sal , Yulmazî dest bi naskirina rewşa
milletê xwe kir , û hêdî - hêdî têgihêjtina wî ya polîtîkî
bilindtir bû , dema ku dest bi nivîsandinê û xwendina giştî kir
û bala xwe kişande Sînemayê .
Piştî sala nozdemîn ji temenê wî , Yulmamzî navê xwe kir «
Guneyî » li şûna «Boton » , û ev navê nû yê ku bi zimanê kurdî
bi wateya belengazî dihe, nîşana jiyana wî ya xerab û bêşahî bû
.
Sala 1960 î , xwendina zankoyê bi dawî kir û bekeloryosa
zanyariya aborî û polîtikî hilgirt , paşê jî lîse ji kulîja
mafan hilgirt .
Girtin û zindan bûne beşekî di jiyana Guneyî de ji sala 1961ê de
, û wî nivîsandina xwe berdewamkir di hundirê girtîgeh û
zindanan de .. di wan salan de bû ciwanê yekemîn di perdeya
sînemaya turk de , ji ber piraniya wênegirtin û leyiztikvaniya
wî di fîlmên sînemayî de . Û di sala 1965 ê de dev ji sînemaya
bazirganî berda , û berê xwe da sînemaya ciddî .
Sala 1968 ê , dest bi derhênana sînemayî kir , û di sala 1970 de
jî hate girtin û çar salan di zindanê de ma , û bi neamadebûna
wî bihtirî sed sal zindan jê re hate pejirandin ji dadgehê de .
Û di sala 1981 ê de ji zindana « Sparta » yê reviya û derkete
derveyî Turkiyê . Û li Parîsê ( paytexta Fransayê ) karekî
giring kir , ew jî damezrandina instutiya kurdî. Di gel çend
hevalên din.
Di sala 1983 de , deselata Fransayê daxwaza Turkiyê erênekir, û
bi vî rengî Yulmaz li Fransayê ma û nehate spartin bo deselata
Turkiyê.
Koçberbûna wî ya dawîn di nehê meha Êlûnê \ Sebtemberê sala 1984
ê de bû , li nexweşxaneyeke Parîsê , û hate binaxkirin di
goristana ( Gewreyan – Mezinan ) de , çimkî hukûmeta Franşî lê
niherî wek lehengekî şoreşa Cîhanê û wek xebatkarekî ji bo
azadîyê û li dijî sitemê.
Guneyî lehengê bihtirî şêst filmî bû di navbêna salên 1959 –
1973 , û beşdarbû di nivîsandina sînaryo û derhênanê û
leyiztikvaniyê di bihtirî pênce filmî de .. û wî 18 xelatên
cîhanî hilgirtin di leyiztikavaniyê û derhênanê û sînaryoyê de .
Bi mirina Yulmaz Guneyî gelê Kurd , û gelên Cîhanê bi tevayî ,
mirovekî mezin û xebatkarekî dilsoz biderdan. Loma navê wî kete
lîsteya nemiran , û cihê wî bû ferehtirîn buhişt .
|
|
للإطلاع
على مقالات الأستاذ عبد الله إمام لعام 2007 |
|
. |
|
|