|
kbê.20.11.07.12.50.EU
Hevpeyivîna bi Qadir Qaçax re
Qadir Qaçax:Ez pêşmerge bûm, pêşmerge me, dê her pêşmerge
bimînim!
Hevpeyivîna: Besam Mistefa
C îhana
Qadir Qaçaxî ya helbestvanî û pêşmergayetiyê tije ye bi dîmen û
wêneyên ciwan û şêrîn. Di nav pêşmergayetiyê di xwendingeha
Barzaniyan ya niştimanperwerî û netewayetiyê de mezin bûye û
hatiye perwerdekirinê. Gotarbêj û hozanvanekî bihêz û peyivxweş
e. Ji kaniya zelal ya hozana kilasîkên Kurdan vexwariye û çêj ji
helbesta nûjen jî wergirtiye. Xwîna şehîdên Kurdistanê û suruşta
Kurdistanê ya rengîn tevî karesat û kilametên hatî serê milletê
Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nemaze li başûrê wê
çavkaniyên wî yên sereke ne. Ew bi deng û hozanên xwe xebata xwe
ya kurdperweriyê her didomîne.
-Qadir Qaçax kiye?
-Navê min Qadir Ebdul Ezîz Reşîd e. Nasnavê min Qaçax e. Di sala
1962an de li gundê Kurêmê devera Mangêşkê tixûbê parêzgeha
Dihokê hatime ser rûyê dinyayê. Min dest bi xwendina seretayî û
navencî û amadeyî kiriye li gundêt dewrûberêt gundê me û nahiya
Mangêşkê û parêzgeha Dihokê taku pêncê wêjeyî (edebî). Ser wê
demê ku em rêkxistinên navxwe yên Partiya Demokrata
Kurdistanê-P.D.K- bûne, rêkxistina me eşkira bû ji aliyê rêjîma
Beesî şofînî ve ku metirsî kete ser jiyana me. Em ketine nav
refên şoreşê û bûne pêşmerge di sala 1980an de, her li wê demê
min dest
bi
nivîsandina hozanan kiriye û pêşmergayetiya xwe jî her berdewam
kiriye. Niha jî ez xwe bi pêşmerge dizanim li hemî deverêt
Kurdistanê bê cudahî û her karekê serkirdayetiya xwe baş
dizanim, ji ber ku ew her û her di xizmeta Kurd û Kurdistanê de
bûye.
-Kak Qadir, gelo heta niha çend dîwanên te hene?
-Ta niha 10 dîwanên min çap bûne û dûyê din jî amade ne bo çapê,
û yek jî min destpê kiriye ku bi rêkûpêkî amade bikim ku hemû
dibine 13 û deh ji wan hatine çapkirin. Navê dîwanên min ji sala
1980 ta niha evene: Bizav -Çawerwanî (ku bi herdû zaravan:
Soranî û Badînî) ye-Berxwedan, Bizav û Amanc -Pizot –Guldan
(navê hezar gulan) e–Çiyavîn -Kanî û Robar -Tixûb -Kel û Şikeft
(di 1998an de hatiye çapkirinê). Niha jî 2 dîwanên din jî amade
ne bo çapê: Giyandar Perwer (li ser heywantan)e . Her weha, di
2008an de, dîwaneke min bi sernavê -Wekhevî- dê amade be ku bi
şêwaza helbetsa serbest hatiye nivîsandin û ya dawî jî
dasitaneke evîndarî (dildarî) ye bi sernavê Hemko û Sînem, wekî
(Mem û Zîn) û (Welî û Şem) e. Hemk û Sînem çîrokeke evîndariyê
ye di serdema mêrnişîna Amêdiyê de beriya 600 salan hatiye
rûdan.
-Wek em dizanin tu hem di warê rewşenbîrî (helbest)û hem jî di
warê siyasî–wekî pêşmerge-xebata xwe ya kurdayetiyê birêve dibî,
gelo tu çawa dikare di navbera herduyan de lihev bikî?
-Li gor min, herdû alî hevudû temam dikin, di qunaxa bindestiyê
de karê rewşenbîrî pêdivî ye û karê siyasî jî pêdivî ye û tu
cudahî di navbera siyaset û rewşenbîriyê de tuneye. Ez bi xwe bi
gellek hêsanî herdû karan bi hev re birêve dibim. Bizava siyasî
beşeke serekî ye ji bizava rewşenbîrî. Nemaze bizava berengariyê
(berxudanê) ji ber vê çendê ku hozana berxudanê di hemî deman de
cûyeke serekî bûye ji robarê bizava neteweyî ya her milletekî ji
ber vê yekê ez pêwîst dibînim ku ew kesê karê çandî û yê siyasî
pêkve bike divê şanazî û serbilindiyê pê bike û dîsanê dibîjim
ku tu cudahî di navbera herdû karan de nîn e û ew hevudû temam
dikin.
-Ji helbestvanên kurd yên kilasîk û nûjen kartêkirina kê bêtir
ser te hebû?
-Weke her helbestvanekî min jî ji kaniya herikî ya helbesta
kurdî çi ya nûjen û çi ya kilasîkî, vexwariye. Ji helbestvanên
kilasîk bêtir bandora Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û Nalî û
Cegerxwîn û Qedirî Can û Qanii li ser min hebûye. Ji yên nûxwaz
jî Şêrgo Bêkes û Muyed Teyyib û Ebdilla Pişêw û Ebdilrehman
Mizûrî û Letîf Hellmet û Mushin Qoçanî kartêkirina xwe ser min
kirin. Wisa, ez bi helbestvanên kevin anjî kilasîk û yên nûjen
jî daxbar bûme, lê belê şanaziya mezin vedigere bo bavê min ku
hozana kilasîk dinivîsî û egerê serekî bûye ku ez dest biavêjim
nivîsandina hozanê û jiber gotina wê.
-Helwesta te çiye derbarê rewşa bizava rewşenbîrî nemaze ya
helbestê li Kurdistana Îraqê?
-Di nêrîna min de, qunaxên helbestê hene. Wek çawa ku mirov di
çend qunaxan re derbas dibe (zaroktî-xortanî-kalîtî-û …htd) û
paşê mirovên din tên her yekê qunaxa xwe diborîne, hozan jî wisa
ye.
Hozana Kurdî, ji bilî ku me qewara siyasî nebûye wekî dewletên
dewrûberên me, bawer dikim ji karwanê bizava helbesta rojhilatî
kêmtir nîn e. Eger her tiştekî ji rojavayî wekî teknîk hatibê bo
rojhilat, lêbelê tore û huner ji rojhilat çûne bo rojava,
nexasime Îran û edebê farisî ew serekanî bûye di vî warî de.
Mewlewî û Baba Tahirê Hemedanî(Uryan) ku Kurd bûne di gel wan
mezin bûne.Wek mînak, eger li Ewropa û Amerîkayê hozanvanên
bihêztir hebûne, ji bo çi wê parçe helbesta Seediyê Şîrazî li
ser dergehê YN hatibe nivîsandinê?!An gu helbestvanên Kurd xwedî
bingeheke baş û bihêz in.
Di serdema dildariyê de, gellek dastanên evînî û dildariyê
hatine nivîsandinê wekî Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Welî û Şem,
Xec û Siyamend.
Piştre, qunaxa oldariyê destpê kiriye, paş ku ol berfireh bû
dîsan Kurdan texsîrî nekirine û bi dûrûdirêjî dest avêjtine
babet û mijarên olî û di helbest û hozanên xwe de tomar kirine.
Piştî qunaxa olî, qunaxa neteweyatiyê hatiye meydanê. Qunaxa
neteweyatî û siyaset û niştimanperweriyê. Di hemû qunaxan de
helbestvanên kurd hebûne nemaze piştî qoçereşa 1975an bizaveke
rewşenbîrî nemaze ya helbestê destpê kiriye, ji ber ku piştî
75an wekî dibêjin qelem-xame ket şûna şûr anku bû çeka herî bi
hêz, şûna gullek tivingê bû helbestek û wê demê gellek
helbestvan , çîroknivîs û şanonivîs peydabûn, û gellekî bandora
xwe hebûn bi taybetî di warê helbesta serbixwe (azad) de.
Ev berdewam bû ta salên 90î, lê ez dibînim ku helbesta me bipêş
neketiye di derbarê qunaxa ku em têde ya cîhangîriyê û enternêtê
û ne hemû kesên helbestê dinivîsin helbestvan in, gellek ji wan
çav li helbesta Ewropayî dikin û em dizanin ku Ewropa di vî warî
de li paş maye tevî pêşketina wê di aliyên din de.
Xaleke din jî ewe ku helbestvanên me xwe di warê dî yên jiyanê
de bipêş naxin, û tenê li ser şopa helbesta Ewropî diçin û
hindek ji wan tenê helbestên Ewropî werdigerînin zimanê Kurdî û
bi navê xwe belav dikin û guh nadin naverok û kêşe û rîtma
helbestê.
-Tu bi xwe pêşmerge bûyî û li başûrê Kurdistanê gellek şoreş çê
bûne nemaze şoreşên Barzaniyê nemir tevî gellek karesatên mezin
wekî Enfal û Helebçe û yên din.Gelo çi kartêkirina vê çendê ser
te hebûye?
-Ez pêşmerge bûm, pêşmerge me, dê her pêşmerge bimînim! Ez di
zaroktiya xwe de di gundekî de bûm, û ev gund wekî hemû gundên
Kurdistanê, wek tê bîra min 7 caran hatiye şewitandin ji ber ku
cihê pêşmergeyan bûye.
Wexta ku min çavê xwe li dunyayê vekirin di sala 1962an de wê
demê şoreşê salek bû destpêkir bû, lewra ez di nav
pêşmergayetiyê de mezin bûme û kes û karêt me û gundiyêt me
pêşmerge bûne.
Ez di nav liq û şaxan de mezin bûme.Bavê min di zindanê de fêrî
Latînî bûye, û di sala 1969an de, dema bavê min pêşmerge di
baregeha pêşmergeyan li gundê me fêrî Latînî dikirin , ez jî
fêrî Latîniyê bûm.
Pêşmergayetî ji bo min şanazî û serbilindiyeke here mezin e lê
timê min dixwest ku ez pêşmergeyekî xwendevan bûma, dema ku min
dest bi xwendinê kir du armancên min hebûn, min dixwest ez edeba
Kurdî bixwînim da ku xizmeta zimanê Kurdî bikim. Û eger dijmin
nehêla ez dê bibim pêşmerge û bi rastî jî dijmin rê neda ku ez
xwendina xwe bibime serî û ez bûme pêşmerge.
Di baweriya min de, rêbaza PDK û Barzanî mezintirîn xwendingeha
niştimanperwerî ku bûye wekî çavkaniya bîr û hizrê neteweyî ji
ber hindê ez şanaziyê dikim ku ez şagirtekî vê xwendingeha bi
rûmet û kurdperwer bûme û hêjî dibim.
-Tu bi herdû şêwazên helbestê-kilasîk û nûjen–jî dinivîse, tu
bêtir ji kîjan coreyê hez dikî û ji ber çi?
-Weke min berê jî gotî, helbest di gellek qunaxan re derbas
dibe. Helbesta kilasîkî bingeh e, kok e û helbesta nûjen jî
pêşketina hozanê ye, û herdû jî hevudû temam dikin.
Rast e, weke te got, ez bi herdû şêwazan dinivîsim û ji herduyan
jî hez dikim. Merc ne ewe te çawa hozan nivîsî lê merc ewe ka te
çi nivîsî, ji bilî vê jî ez bi kurmanciya xwar û ya serî jî
dinivîsim. Ez bêtir hozana serbest dinivîsim û dema ku ez
helbesta nûjen dinvîsim dîsanê rîtm û kêşe heye.
Li gor min, hozan çi nûjen be û çi kilasîk be divê ku muzîka xwe
hebe yan jî kêşe, lê belê gellek helbestên nûxwaz ji helbestê
dûr û bê tam û çêj in.
-Em ê niha bên li ser zimanê Kurdî yê standar, tu weke
helbestvan bi zimanê Kurdî baş dizane, gelo tu çareseriya vê
pirsê çawa dibînî?
-Ez dibêjim pingava piştî serhildanê û hilbijartinê parlementoya
di vê pingava zimanê xwendingehê bê, anku zimanekî standard ji
bo xwendinê hatibe danîn bo tevahiya kurdan, ne tenê li
Kurdistana Başûr, lê li her çar parçeyên Kurdistanê. Fêrbûna
zaravên Kurdî wek zazakî, Hewramî, Soranî, Behdînî di vir de
pêwîst e mixabin gellek ji me Kurdan zimanê ji bilî Kurdî
dizanin lê zaravên zimanê xwe nizanin.
Pêwîst e kesên bi vê pirsê rabin bi herdû zaravên serekî (soranî
û Behdînî) bizanibin, û wek çawa dijminan axa Kurdistanê parçe
parçe kirine wisa zimanê me jî hatiye parçekirin.
Ez jî di gel serkirdatiya Kurdistanê me, nemaze kak Mesûd ku
dakokî li ser vê pirsê were kirinê û şarezayên zimanî peyda
bibin ji bo zimanekî standard ji bo xwendingehan ava bikin li
kuderê peyiveka baş hebe ji kîjan parçeyên Kurdistanê bînin û
bixin têde û çi kesê li dijî yekkirina zimanê Kurdî raweste
xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dike.
Ez bi xwe di helbestên xwe de peyivan ji her çar parçên
Kurdistanê tînim û bikar tînim. Zimanê me gellek dewlemend e lê
me giringî pê nedaye û hatiye berzkirin(windakirin) ji ber ku
rewşenbîrên me bêtir bi kultûra ereb û tirk û farisan bi bandor
bûne .Divêt em dikar, pêkolê bikin ku em bikarin vê şaşîtiyê
rast bikin, ew jî di riya çêkirina zimanekî standard yê
dibistanê.
-Xweza, sirûşta Kurdistanê a rengîn çi kartêkirin bi ser hozana
te hebû?
-Zanayek heye dibêje ku çi kesê hozanê binivîse divê ku evîndar
be, û evîndarî ne merc e di navbera nêr û mê de be, heye ku
evîndarî di navbera mirov û suruştê de be, di navbera mirov û
axa welat de be, di navbera mirov û armancekê de be, yanê jî
mirov bi ola xwe re evîndar be.
Ez bi xwe yek ji evîndarên suruşta Kurdistanê me û ji ber vê
çendê min pênc dîwan terxan kirine bo wê xwezaya rengîn, ku
hindek pirên netewayetî dirust bibin di nav zarokên Kurdistanê
de, çimkî şikeft û kel û gul û çiyayên Kurdistanê bi başî
nanasin yek ji wan dîwanên min –Guldan- navê hezar gulan û ya
dîtir jî Çiyavîn û Kel û Şikeft, Kanî û Rûbar û Giyandarperwer
da ku em gul û çiya û kanî û robar û şikeft û kel û giyandarên
xwe binasin dema ku dîwaneke min derket ya ser xurista
Kurdistanê xwênerekî ji min re got: min navê ew çiyayê te
behskirî ne bihîstiye.Min bersiva wî da û jê re got: mebesta min
ewe ku tu pê bibhîze! Ji ber vê hindê ez pêdivî dibînim ku pirê
netewayetiyê çê bibin û kultûra me ya resen di mêjiyên me de
bihêztir bibe û hişê me ji kultûra biyanî û dagîrkerên
Kurdistanê paqij bibe.
Ji aliyekî din ve jî da ku nav ji bo me peyda bibin, wek mînak
navên min û te bi erebî ne! Her weha, navê cil û bergên me,
tîpên me, nerît û tîtal û mêjiyê me hatiye erebkirin, fariskirin
û tirkkirin.
Li gora min, divê em xwe ji kultûra dagîrkerên kurdistanê rizgar
bikin ku heta niha ya zal e li ser hiş û mêjiyê me de. Suruşt li
gor min pêkve girêdana mirovî û axa wî ye û ji hertiştî pîroztir
e û herdem dijminan xwestiye ku mirovê Kurd ji axa wî bêpar
bikin û wan ji hev veqetînin.
-Me helbestên te çapkirî xwendine û bi deng bihîstine, gelo çi
cudahî di navbera herdû şêweyan de heye?
-Çawa ku her mirov taybetmendiyeke xwe heye ..reng û kesayetiya
xwe heye, helbest jî wisane .Ez tu carî çavlêkirin , teqlîdê
nakim. Çavlêkirin xwekuştin e. Şêwaza min a taybet heye a
kilasîk û nûjen jî, û ez helbestên xwe jiber dikim û ez wan
didim çapê û li ser CD-yan bi dengê xwe tomar dikim.
Ev arezû, talênta min vedigere bo bavê min ku ez hozanên xwe ji
ber dikim û di hemû festîvalan de ez hozanên xwe çi kurt bin
yanê jî dirêj bin ji ber dibêjim.
-Tu çi di derbarê rewşa helbesta Kurdî li rojavayê Kurdistanê
dibêje?
-Ez bi xwe du caran çûme rojavayê kurdistanê û danûsitandina min
bi helbestvanên me yên rojavayê kurdistanê re hene wekî Diya
Ciwan, Konê Reş, Omerê Lalê, Lawikê Hacî û yên din.
Ez bi berdewamî nivîs û helbestên wan di kovar û rojnameyan de
dixwînim. Ez dibînim li wir bizaveke rewşenbîrî ya baş heye, lê
ji ber tepeseriya rêjîmê gellek asteng di riya pêşveçûna wê
bizavê de peyda dibe. Kurdên rojava bêtir guh didin helbesta ser
bi xwe û li gor min rojava pêşketîtir e û em û wan ji ber gellek
sedeman bêtir ji hev fam dikin.
-Di demeke nêzîk de dê festîvala Cegerxwîn li dar bikeve ji
aliyê wezareta rewşenbîriyê de tu çi dibêje?
-Seydayê Cegerxwîn yek ji helbestvanên here mezin yên gelê Kurd
û stêrkeke geş e di asîmanê bizava rewşenbîriya Kurdî de.
Cegerxwîn şiya û karîbû gellek bi eşkerahî hişyariya neteweyî di
helbestên xwe de bi berfirehî belav bike.
Her wisa, gellek helbestên wî bûne stran û ji aliyê hunermendên
Kurd ve hatine gotin wekî Şivan Perwer û Mihemmed Şêxo û Aramê
Tîgran û yên din. Dîsa, dibêjim ku çi ji Seyda re were kirin
hêjî kêm e û ez festîvala wî bi karekî pîroz dizanim, û amade me
beşdariyê têde bikim û min helbestek jî li ser Cegerxwîn
nivîsiye û hêvîdar im ku rojekê biçim ziyareta gora wî li
Qamişloyê.
-Ji bilî helbestê, çi hezkirinên te yên din hene?
-Ji bilî helbestê ez gotarbêjiyê jî(xîtabe) bikar tînim.
Namîlkeyeke min heye ser gotarêbjiyê bi tîpên erebî û latînî û
zaravên botanî û kurmanciya jor û jêrîn. Heft hezar dane jê
hatine çapkirinê da ku Kurd hemî mifahê jê werbigirin. Her weha,
ev namîlkeye li peymangeha kadroyan ya pêşmergeyan tê bikar
anîn. Ez wê jî jiber dibêjim.
Hezkirina min a din jî wekî min berê jî anî ziman suruşta
Kurdistanê ye.
Ya din jî mûzexane ye, ku sê core mûzexanêt min hene:ya
suruştî(dar û ber), ya şûnwaran û bermayên kevin û ya dawî jî
mûzexaneya folklorî ye wekî cil û bergên kurdî û coreyên xwarin
û pêdiviyên jiyana kurdewariyê…htd.
-Sipas bo te Kekê Qadir.
-Sipas ji we re jî.
Çend parçe helbestên Qadir Qaçaxî:
Tixûb
Dîrokvano!
Her bi dûrbîna hevsûyêt min, cîranêt min
Min nebîne
Laperê min û warê min berovajî bes bixwîne
Tev tixûbêt destkirdêt her pênc welatan
Di nav hizra xo de bimehîne
Erzerûm û Lozan du birînêt dîrokî ne
Ger her te bawerî nîne
Ji erşîva dîroka kevinar
Nexşê deverê derbîne
Sînorêt welatê min ji kendavê ta derya sipî ne
Ji Ermîniya ta ku Hemrîn e
Herdû golêt Urmê û Wanê
Ji xwîn û rondikan tijî ne
Ya diyar e tixûbêt her welatekî
Bi kêlkê sipî û boyaxa sor neqişandîne
Lê sinorêt welatê min kêlî kiloxêt
Şehîda soratiya pêve jî xwîn e!
Belatînk
Bawer dikim dayika te gul e
Bab bulbul e, dapîroşka bîna te jî mêşek
Hungivînî li ber mil e
Ji ber hindê xoşteviya min
Reng û nexş û şêrîniya te li ber
Çavêt min hemî dema
Belatînkeka ber dil e
Hergîz
Be hîç ayîn û yasayek
Nakre waz le yektir bênîn
Gula mêlaq
bo jiyanî yektir dil în
Her lew rojey ke bo yektir
bûyîn be meraq
bo nazanî? Bo jin û mêrd lewaneye
lêkciyabûnewe hebê
belam bo cotê xoşewîst
le jiyan û le mirdina
hergîz niye û nabê telaq!
Tac
Milletfiroşê bê tore
Berîkperêsê nankor e
Ya ji te hatî te ya kirî
Ya ji te re bêt li min nebore
Çunkû baweriya min û te
Erd û asîmana jêk dûr e
Ji encamê keda mine zikê te ho pehin û sitûr e
Ji dûkêla sotina gundê min e
Rûmetê te reşemûre
Lewma evro li civata tenahî û azadiyê de
Pêlava dayika şehîdî
Taca serê te yê şor e
Wêne
Dîrokvanî kamêrek kêşa ji kavilanî
Berev goristanek mezin komeke bi saxî
Veşartî li biyabanî
Bi sê pisiyara bo her êk ji wan
Diviya bizanit eger çiye? Guneh çiye?
Boy qurbanî!
Pisiyara êkê ji ezmanî
Egera wî…guneha wî her ew bûye
Çunkû wî xwe bi kurd dizanî
Pisiyara dûyê ji mejî bû
Egera wî…guneha wî her ew bûye
Nexşê Kurdistanê têde hatibû kêşan bi ciwanî
Pisiyara sêyê ji dilî bû
Egera wî…..guneha wî bi tenê bi tenê her ew bûye
Çunkû şûna kakilka wî têda bû
Wêneyê Barzanî!.
-Dawî-
|