|
|
|
k.binxetê.05.10.09.11.25.GMT |
Ber bi stratejiyekî Kurdistaniya giştî ve
Xalid Ehmed Elî
Her dû cengên rizgarkirina Kuwêyt (1991) û Êraqê (2003) têne
hejmartin weke dû bûyerên navendî ku bi rengekî xuya beşdarî di
guherandina semyanên navçeya rojhilata navîn a ku rêjîmên
totalîter û dêspotîk yên ku bi riya kudetayên (lêdanên) leşkerî
û xwediyên îdeolojiyên îzolekirinê û regezperest, têde serdestin.
Diyare ku sîstemên berhemdana kolonyalî li berjewendiyên
aktîvane yên dewletên mezin di navçê de xwedî derdikevin û
piştgiriya wan dewletan weke sêwanekî navneteweyî û legal, ji
berdewamiya hebûna xwe re dibînin. Li vê navçeyê prensîba
parastina hevsengiya hêzên cîhanî girînge.
Di bin sêwana piştgiriya navneteweyî de, van rêjîman siyasetên
dêspotîk û tepeserî li dijî hemwelatiyên xwe meşandine, di nav
de kuştin û destgîrkirin û ji holê rakirina azadiyên giştî û
azadiya rojnamevaniyê tevlî sepandina yasayên awarte li
dirêjahiya bi dehan salan û bi cîhanîna komkujî û jenosayd li
dijî opozisyonê û para herî mezin dîsa ya kurdan bû (Enfal,
Helebçe, Dêrsim, Qamişlo, Mihabad û hwd).
Piştî van rêjîman desthilat zeft kir hemû şêweyên hevbeşiyê
qedexe kirin û desthilat bi hemû şêweyan hiştin di destê
malbatên xwe de û dewlet kirin wekî milkekî kesayetî û xistine
di bin xizmeta kesayetiya xwe de, ya ku bû sedema dûrketin û
xerîbiya welatiyan ji civakê. Komara tirs û zordariyê hate
damezrandin. ji dêvla komarek demokrasî û nîştimanî û
bihêzkirina avayên aborî û komelayetî û çandî û yasayî. Ev bû
sedema kûrbûna kîndariya xelkên vê navçeyê beramber rêjîmên xwe
û hêzên navdewletî yên ku piştgirtiya wan dikin.
Ev siyaseta hanê bû sedemeke serekî ku êrîşên 11 ê îlonê pêk
werin, li gor ku wezîra derveya Emerîkayê C. Rice mikur hat,
tiştê ku hişt Emerîka siyaseta xwe ya derve ji nû ve deyne û
helwestên xwe ji rêjîmên despotîk li rojhilata navîn biguhere ew
êrîş bi xwe bûn.
Vî tiştî hîşt ku guherîneke bingehînî di siyaseta derveyî ya
Emerîkayê de derbarê hevalbendên wê yên kevin de pêkwere. Lê
peywendiyên bi van rêjîman re nebin sêwanek ji destdirêjî li ser
azadiyên giştî û mafên mirov û gelan û damezrandina peywendiyan
bi gelên rojhilata navîn re û parastina erkên lîbêralîzmê ji
dêspotîzma dîktatoriyên serdest re.
Van tiştan hemiyan hişt ku peywendiyên navneteweyî yên ku ji
dema cenga cîhanî ya dûyem ve hatibûne çespandin, werne guhertin
hinde ku DYE (Dewletên Yekgirtiyên Emerîka) hindek projeyên nû
ji navçê re danîn bi mebesta derbaskirina şaşîtiyên siyaseta xwe
ya derve ewên ku bûne sedema êrîşên 11 îlonê û ji ber
berfirehbûna bingeha Îslama Siyasî û zêdebûna dijayetiya DYE di
navçeyê de, û her wiha çespandina ewlekariyê di rojhilata navîn
de û ziwakirina çavkaniyên têrorê û belavkirina azadiyan û
çespandina prensîpên demokrasiyê û mafên neteweyan di
destnîşankirina çarenûsa xwe de û desttêwerdana di karûbarên
navxweyî yên dewletan de bi armanca parastina gelan ji
komkujiyan û jenosaydê, ku ev prensîp bibe serekî ji
desttêwerdana mirovî re.
DYE hindek projeyên nû ji bo parastina berjewendiyên xwe anîne
holê, DYE xwest ku li şêweyek nû bigere ji bo parastina
berjewendiyên xwe di navçê û cîhanê de bi amadekirina projeyên
nû wekî Projeya Rojhilata Navîn ya mezin (Taze) ya ku bi cenga
rizgarkirina Êraqê re hatibû danîn bi mebesta sazkirina rêjîmên
navçeyê li gor sîstemên navdewletî yên mafên mirov, gelan,
parastina azadiyên giştî, sekinandina gendeliyan, azadkirina
afretan û beşdariya wan di jiyana siyasî de, geşkirina partiyên
siyasî, rêxistinên sivîl, rêzgirtina raman û rojnamevaniyê û
serbixweyiya dadmendiyê.
Rêjîmên despotîk yên rojhilata naverast û bi taybetî Sûriyê û
Êran û Tirkiyê û rêxistinên bi wan ve girêdayî li Filistîn û
Lubnan û Êraqê de eniyekin li pêşberê Projeya Rojhilata Navîn ya
mezin ku dixwazin Êraqê bikin meydana cengekî ji nakokiyên xwe
re û proseya guhertinên demokrasî di navçeyê de, rawestînin.
Ev rewş rojane tê diyar kirin, li ser televîzyonan ji kuştin û
wêrankirinê û destdirêjiyên berçav ji dewletên dewrûberên Êraqê
û geşkirina şerê navxweyî. Her wiha, rêxistinên bi van welatan
ve girêdayî şerek derxistine ji dêvla wan welatan û kar dikin ku
Êraqê berev şerekî navxweyî giştî ve biajon û dorpêçkirina
Projeya Rojhilata Navîn ya mezin û rûxandina prosêsa siyasî di
Êraqê de ji xwe re kirine armanc!.
Tê diyarkirin ku gelê Kurd yê serperiştiya guhertinê di
rojhilata navîn de bi alîkariya hêzên azad û demokirat (neteweyên
bindest û rêxistinên sivîl) dike.
Kurdistan wekû welatekî parçekirî û xwedî têkoşîneke dûr û dirêj
ji bo azadî û serxwebûnê hişt helwesta van dewletan gelek zelal
bê anku dijminatiya wan ya tund, dijî guhertinên demokratik û
azadiya gelan.
Dîsa hate xuya kirin, helwestên wan beramber federaliyê û
bicîhkirina xala 140 ê, ku ji destûra Êraqê, ya bi hilbijartin û
razîbûna tevahiya gelên Êraqê hatiye danîn. ji bo çareserkirina
kêşe û giriftan û bi taybet xaka Kurdistanê yên ji derveyî
desthilata herêma Kurdistanê mayî û bi taybet bajarê Kerkûk ya
ku dewlemendê neftê.
Tevî hemû hewldanên wan, rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê ku bi
serneketin, federalîzmê li başûrê Kurdistanê beravêtî bikin. Lê
belê dîsa bi çavên tirs û gumanê li ezmûna kurdên başûr dinêrin
û kar dikin, ji bo bi dawî anîna giyanê Kurdî û peydakirina
asteng û problêman di pêşiya serkeftin û seqamgîriya wê de!
Tirkiyê gefa dixwe ku tevlî leşker û artêşa xwe derbasî nav xaka
herêma Kurdistanê bibe eger hat û Kerkûk tevlî herêmê bibe - ev
weke derbaskirina ewlekariya netewî a Tirkî tê hijmartinê li gor
Tirkiyê - bi hinceta parastina Tirkmanan (dema desthilata Sedamî
de, ev rûmeta toranî li ku bû gelo? Yan jî pirs ne ev e?)
Sûriyê vê yekê weke veqetana Êraqê ji rêza Erebî û gaveke dawî
di proseya dabeşkirina Êraqê berbi kantonên siyasî ve dibîne,
her weha ew federalîzma Kurdistanê weke Îsraila duyemîn li qelem
dide û ji bîr dike yan jî xwe dide jibîrkirinê ku Kurd ne Ereb
in dev jê berde ku ala Îsrailê û stêrka Dawûd li asîmanê
mezintirîn dewletên Ereb li ber ba dibe…!
Êran ji aliyê xwe de, stratîjiyeke taybet dide meşandinê. Ew
Êraqê gorepana herî mûnasîb dibîne ku Emerîkayê mecbûr bike ku
venasînê bi rola navendî ya Komara Îslamî a Êranê di rojhilata
navîn de bide. Her weha, da ku projeya xwe ya vejena atomî
birêve bibe û daxwaz dike ku benda 140ê were bipaşxistin bi
hinceta ku bicîhanîna wê dê bibe sedemê pêkhatina şerê navxwe li
Êraqê!.
Nêrînên van dewletan derbarê bicîhanîna benda 140ê û sedemên vê
nêrîna dijber ji yasaya ku tevahiya hêzên siyasî yên Êraqê li
serê li hevkirine û piraniya dengê xelkê Êraqê bidest xist di
hilbijartinên giştî de li dijî êrîşên terorîstan û kuştina
rojane û komkujiyên terorîst û çeteyên rêjîma ji nav çûyî û
bermayên wê bi mebesta beravêtina proseya siyasî.
Ev nêrîn û helwestane ne girêdayî rewşa Êraqê ya navxweyî ne bi
qasî ku girêdayî rewşa herêmê û pêşbîniya rojhilata navîn û rola
gelê kurd, tevlî bandora avabûna Êraqeke pirreng û dêmokratîk
ser dewletên herêmê û şiyarkirina bizava rizgarîxwaziya
Kurdistanê di parçeyên dinê de û serkeftina hêzên azadî û
dêmokrasiyê ser rêjîmên totalîter di Rojhilata Navîn de.
Ev hersê dewlet (Tirkiyê-Sûriyê û Êran) û dewletên Ereb yên din
ji dû binemayên bingehînî destpê dikin:
1- Rûxandina serkeftina dîrokî a milletê Kurd li Êraqê bi
mebesta pêşî li pêşkeftina tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê
girtin li parçeyên dinê. Tevlî serneketina îdeolojiyayên serdest
bi zihniyeta xwe ya şovînî û faşîst di dîtina çareseriyeke
demokratîk ji bo doza kurdî û avakirina dewleta niştimaniya
demokrata nûjen.
2-Tênegihiştina rêjîmên navçeyê ji veguherînên demokratîk re
weke hilweşandina dîwarê Berlînê û hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiya
berê, ev veguherînên ku di riya şerê kendavê yê duyemîn û
sêyemîn gihîştine navçê, tiştê ku dê bi rûxandin û ketina van
rêjîmane bidawî bibe ji ber ku bunyadgeriya wan li dijî guherîn
û çaksaziyê ye.
Tevlî hemû pirsgirêk û nakokiyên wan, van dewletan lihevkirin di
hevbendiyeke stratejîk de li dijî azadiya Kurdistanê û projeya
guherîn û demokrasiyê di navçê de. Ev yeka di rûniştinên sê
aliyen û berdewam yên van dewletan de dixuye -dema pirs tê ser
kurdan ew hemû nakokiyan ji bîr dikin!?- bi mebesta rawestandina
"Tsonamî" ya guherînê di navçê de ku hebûna wan bi xwe dixe
metirsiyanê de.
Komkirina leşkeran ser sînorên Kurdistanê ji aliyê Êran û
Tirkiyê de û zêdebûna hijmara terorîstên ku ji alê Sûriyeyê ve
têne û pêşkêşkirina piştgirtina lojîstîk a bê sînor ji
rêxistinên terorîst û bermayên rêjîma ji navçûyî re, tevlî
gurbûna kiryarên terorîstî dijî milletê kurd nemaze li deverên
derveyî sînorê herêma Kurdistanê (Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û
Mexmûr…htd) bi destê terorist û kirêgirtiyan di bin çavdêrî û
planên asayişê rêjîmên herêmê de, têne encamdan.
Ew li vî şerî weke şerê man û nemanê dinêrin, û hemû şêweyan
têde bikartînin wek êrîşên hovane li Şengal û Kerkûkê tevlî
fînansekirina çeteyên kuştin û terorkirinê di şerê xwe yên kirêt
de bi mebesta tirsandina kurdan û koçberkirina wan ji deverên
wan ji bo bicîhneanîna benda 140ê…. Belê! Enfaleke nû ye derheqê
milletê kurd li ser destê rêjîmên ku beşdarî di parçekirin û
dagîrkirina Kurdistanê de kirine û siyasetên Tirkkirin û
Erebkirin û Fariskirinê bikaranîne, va îro bi yek deng û
helwestî li dijî pêşveçûna dîrokî ya milletê kurd radiwestin, ev
tiştê ku tênegihîştina wan ji guherîna di termên navneteweyî re
îzbat dike weke azadî û yeksanî û beşdarîkirina milletan di
avakirina paşeroja xwe de.
Serkirdayetiya Kurdistanê karibû nakokiyê birêve bibe û xwe li
ber vê êrîşa hovane bigire, û mafê xwe yê rewa di
destnîşankirina çarenûsa xwe de li gor yasa û peymanên navnetewî
bike. Her weha, serokatiya Kurdistanê rêbaza demokratîk û
rêzgirtina li gelên navçeyê û derxistina nimûneyekê di hevjiyana
aştiyane û bivîn li başûrê Kurdistanê di navbera tevahiya netewe
û ol û mezheban de pêk bîne.
Ev hemî ji encama serhev de kombûna siyasetên despotîk û
komkujiyan li dijî gelê kurd û baweriya kurdan a tund û bihêz bi
têrmên dadmendî û yeksaniyê û mafê neteweyan di destnîşankirina
çarenûsa xwe de tevlî prensîpa beşdariyê di jiyana siyasî de.
Tevlî birînên kûr yên ku vê cenga kirêt li paş xwe hiştin ku
hovîtiya dijminan destnîşan dike. Lê belê berdewamiya berxwedan
û pêşketinê pêdiviye bi avakirina stratejiyeke berevaniyê
sipartî tevahiya gelê kurd li her çar parçeyan û diasporayê ku
hêdî hêdî bibe stratejiyeke êrîşkar. Pêwîstiya me bi van xalên
jêr heye:
- Danîna siyaseteke çandinî û pîşesaziyê bi mebesta dabînkirina
pêwîstiyên rojane yên welatiyên kurd, nemaze berhemên çandiniyê
hinde ku xaka çandiniyê heye tevlî peydabûna karker, pîsporan,
av û pîşesaziyên giring ji bo bicîhanîna ewlekariya xwarinê li
Kurdistanê.
- Fêrkirina kurdan li bajar û gundan nexasime di nav gencan de û
parastina wan ji propogandaya dijbera ku hewl dide baweriya wan
bi wan nehêle û wêneyekî xirap ji gelê kurd derxe holê, ew jî
gotina ku kurd nikarin dewleta xwe ava bikin û birêve bibin.
- Ji nûve avakirina partiyên Kurdistanî li parçeyên dinê û
xilaskirina wan ji parçebûnê û yekkirina rêzên wan û ajotina wan
ya ku ber bi geşkirina çalakiyan dijî rêjîmên dagîrkerên
Kurdistanê. Her wiha rizgarkirina gelê Kurdistanê li her çar
parçeyan di riya avakirina koalisyonekê ji partî û rêxistinên
sîvîl û mafperwer û ronakbîr û kesayetiyên niştîmanperwer li ser
bingeha peymaneke niştimanî ku hêviyên milletê kurd pêkbîne li
her parçeyekê (ji ber nazikî û giringiya mijarê em dê nêzîk lê
vegerin).
- Danûstandin bi kurdên diyasporayê ji bo avakirina lobiyek
kurdî ku bikaribe li berjewendiyên kurdan li welatên pêşkeftî
xwedî derkeve. Nemaze li Emerîkaya bakûr û Ewropa û Rûsyayê
û...hwd.
-Avakirina encûmena-Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê ku endaman
ji koalisyonên heyî li her parçeyekê vehewîne tevlî nûnerên
lobiya Kurdistanî li diasporayê û nûnerên başûrê Kurdistanê. Ev
encûmen dikare stratejiyeke giştî ji bo kar li hemû parçeyan
dane û ji bingeheke serekî destbi karê xwe bike: Parastina
başûrê Kurdistanê û berevaniya wê kirin bi hemî şêweyan û
beşdarîkirin di pêşvexistina wê de û hejmartina wê wekî bingeha
serekî ji bo rizgarkirina tevahiya parçeyên Kurdistanê.
-Avakirina peywendiyên stratejîk bi hêzên demokratîk di
rojhilata navîn de û hejmartina wan wekî hevpişkên stratejîk di
proseya rizgarkirin û belavkirina demokrasiyê.
- Girêdana encûmenê yekser bi serokatiya Kurdistanê re û
hejmartina biryar û planên wê weke biryarên îcbarî ji tevahiya
partî û rêxistin û dezgehên girêdayî wê re.
Em dikarin bibêjin ku em kurd di pêvajoya herî nazik û girîng ji
dîroka me ya hevçerx de derbas dibin. Divê ku em li gor
berpirsiyarî û erkên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê bin.
ji ber ku serkeftina me pêwîstî bi gelek canfidayî û qurbaniyên
bê hejmar heye.
Xalid Ehmed Elî
khaldall @ yahoo.com
|
|
للاضلاع على كتابات ومقالات الأستاذ
خالد أحمد علي لعام 2007 |
|
. |
|
|