|
K.B.X-06.07.08.12.15.EU
Zagonên Awerte
Abbas-Abbas
10/12/05-Aachen
-Bapîrê min, hîn di dema perfa sor de, ji gundê Kevirzê, li
herêma Mêrdînê, jiber sextkariya tirko li dij gelê kurd; koçberî
binxetê bibû!....Li ser zimanê bavê min, di got, ku ji kurdan
pêve di vî gundî de nebûn, lê di payêz û zivistanan de, hin
konên ereban, ji eşîrên Şerabî û Cewala, li der û dora gundê me,
ji perîşanî didanîn!...
-Wek tu dibêjê, aslê we hûn ji Tûrkiyayê ne?...
-Na em kurd in!...... Ji serxetê ne!....
-Ma serxet, ne di Tûrkiyayê de ye!?…
-Aniha….. Belê !…. Ew jî piştî ku Mustefa Kemal sînor danî!…
-Berfa sor, di kîjan salê de bû?...Gelo piştî firmana Filihan,
yan berî wê bû?….
-Na qurbaaan….Wek ku bavê min di got, piştî firmanê bi gelekî bû!….
-Başe….. Ti bi navê Hesenê Kevirzî hatiye nasîn, lê ti dikarê
temenê xwe û navnîşana xwe ji min re diyar bikê, da ez di lênûsa
dewletê de nûsbikim!….
-Kurooo…Lawo, navnîşana min hesane, gundê Nisran, Hesenê Kevirzî!….Lê
qurban, ez ji ku dizanim xuwlî li serê xwe bikim û salbûna xwe
bibêjim!….De Welahî, ez nizanim duh min çi xwariye!…
-Ma qet dayika te, yan bavê te, rojekê ji te re li ser temenê te,
ka tu di kîjan salê de hatî dinê ne di gotin !?….
-Belê qurban, tim bavê min di got, ku ez di sala serhildana
Beyandûr de bûme!…De Welahî, tim ditanî ser ziman û di got, ku
dayika min ji şerma pismamên bavê min, ku di wê rojê de li ba me
mihvan mabûn, ez di koxa çêlekê de danîm!…..
-Êeee…Başe, Kox……Ooooh……Li min negire…..Serhildan di çi salê de
bû!….
-Kuro lawê min, ez ji ku dizanim di kîjan salê de bû!…. Hûn
xwendevanin, gerek we di dîrokê de li ser xwendibê!… Êdî kujtina
Ebbas Axa, rêberê wê serhildanê, nayê veşartin bavo!….Mêrxasiya
wî êdî kurd û ereb pê di zanin.... birazî!……
-Başe Xalo….. Lê ka çi zarokên te hene?…
-Sê kur û du keçên min hene!…
-Milk û malê te, çi heye?….
-El hemdûlilah.....Berê du çotan û çend serî pez!....Rûn û mastê
me ji wan tê!....Em ne bi xêra tu kesî ne.....Qurban!.....
-Her du çot erd, li ser navê te tapo kirîne, yan bi çotkarî tu
xebatê lê dikê?…
-Na birazî, yên Axê ne, em wek çotkaran tê de kar dikin û di
salê de, deh ji sedî ji hatina me, em bi Axê didin!….
Qurta çaya mayê di fincanê de, bi ser zengelora xwe de berda û
da xwe, hingî jî Hesenê Kevirzî, pê re da xwe û li ber deriyê
hewşê bi çengê wî girt û jê pirsî :
-Birazî te ne got, ev pirsên te, jibo çi bûn !?…
-Xalo, di van her pênc salên tên de, giringe dewlet bi halên gel,
yên aborî bizanibê, da alîkariyê bi wan re bikê, da dirûma wanî
aborî xweş û başbikê!….
Xortê ereb, yên jibo hijmara gel, ya ku di tevayê Suriyayê de
dest pê kiribû, gundê Nisran jî bi pirsên Hesen re bi dawî kir,
jê dûr ket û di bîr û baweriya wî de, ku Xalê Hesen bi rastî ji
bersiva wî bawer dikir !….
Bi rastî, xortê ereb jî wek Hesen û pir kesên dî di vê herêma ku
aniha û piştî serketina partiya Al-Bees di Suriyayê de, pê di
zanîbûn, ku di pêşerojê de, wê pir tiştin giring û bingihîn di
Suryayê de bên guhertin !….Ji loma jî, Hesenê Kevirzî jî wek pir
perîşanên çotkar, di vê herema ku bi navê Al-Cezîre hatiye nasîn,
di xweşbûna rojên tên de xilmas bibû!…. Bi dilekî xweş û dilşad,
li berbendî her pênc salên ku xort ji Hesen re anîn serzman, bi
komara AlBes re hêvîdarbûn!…
***
Ji gundê Girdahol, ku ew jî bi sînorê gundê Nisran ve ye, li
herêma Qamişlo, wek berê tifingê ji nav gund derket û berê xwe
da gundê Nisran, piskilêtê ku xîz xîza zincîra ne rûn kirî û
zingar girtî, bi ser sih siha dilê wî diket, di ser rêya tev
remedîlk ve, tûz bi dûv diket !….Ermanca Celîl jî, civîna
partiya Komenîst bû, di gundê Nisran de !….
-Zagona pêşxistina werz, ya ku komara Al Bees, di Suriyayê de
aniha dest pê kiriye, serkeftina xebata hevalên me ye, yên ku bi
dehan xwîn jibo vê serkeftinê rijandine û di zindanên dijmin de
bi salan qedanin!….Encama keda wan hevalên hêja û canfida ye !……Tiştê
aniha giring, ewe ku ev gavên ku bipêktên, em jê sûd bikin,
jiber ku wek min got, tev jî encama xebata me ye, loma em pê bi
hêvî ne !….. Çend gavên taybet hene, piwîste bên avêtin, û jibo
ev ermancên han bi cih bên û em jê sûd bikin, ev gavên han
piwiste em jî wan bidin!….. Gava yekem, talankirina Axa û
melakên fewdal!…Duyem, behrkirina milkên wan, li perîşan û
çotkaran û avakirina kolexozên taybet!…Sêyem jî, tapokirina milk
li ser navên we, da kesên çotkar bikaribin bi dilekî reht xebata
xwe bikin, keda we jibo we û zarokên we be!….Tiştekî pir giring
heye, gereke hûn pê bizanibin, em mirovên navnetewin û ne
faşistine nasiyonalistin!… Ji lewre jî, belavkirna erdê, wê di
navbera me û birayên me ereb de bê!…Hevalên di komîta partiye
de, pir li ser vê xalê di sekinîn û li ser di jidînin !….Ew jî
da em rê nedin partiyên kurd û ereb, yên netwperêst û faşist, da
ku her du miletan bi hevûdin ne din kujtin û şer di navbera wan
de kor nebê!…
Piştî vê civînê, çalekiya herî giring li ber heval Celîl ew bû,
paqijkirina hestûyê mirîşka Xalê Hesen bû, ji koştê biraştî!…Ev
jî li ber mirovekî ku dinanên wî wek dinanên Keftarekî Afrîqî
ne, pir hesan derbas dibû!….
Encama vê civînê jî ew bû, ku Xalê Hesen dilê xwe ji mirovê Ereb
re vekir û hemî pirsên wî bi dilekî şad û bê tirs bersvên wan
dan!….
***
-Giringe em tiştekî bikin, da gelê me ji me dûr nekeve û
baweriya wan ji me û partiya me neyê birîn, ev zagonên ewrte û
ne mirovayetî wê gelê me pir perîşan bikin û bi êşînên!...
-Kak çi çalekî li pêşiya me hene, dij van zagonên ewerte?…
-Bi rastî heya wek vê kêlîkê jî, ti ferman ji komêta partiyê ne
gihijtiye destê me!....Lwere jî, em nikarin tu tiştî bikin!....
-Êee.....Heyêran ( Hasil gihişt Mûsil) wek ku kurd dibêjin, û em
hîn li benda fermana komîta partiyê ne!...De Welahî, hindik maye
ku erebên nû yê gihijtine herêmê, jinên me bi me re behir bikin!….
-Kak, Qiyada partî ne raziyaye, di xebitin da ku bi aşîtî
çareseriyekê ji van zagonên ne mirovayetî re bibînin!...
-Kuroo.....Bavo, camêra dest bi avakirina gundan kir û hîn em li
benda firmanekê ne!....
-Êee....Kak, ma em çi bikin!?…
-De Welahî, du tifing bên peqandin, ev gundên ku tên avakirin,
wê vala bimînin!…
-Na….Na… Kak, şerê çekdarî ne di yase partiya me de ye, em li
deşteke rast û bê çiya de dijin!… De Welahî, wê heya zarokên me
jî dibin zincîrên tankên wan de bên perçiqandin!….Ereb jî wek
Tirka ne, zarokên Têymûrlingin, lawirin bira!…Li me û sedemekê
di gerin!…..
-Êee…Bavo, her wê bên perçiqandin, bila bi tekelên tankên wan be
û ne bi tekela birçîbûnê be!…
Serê xwe di ber axeftinê re dihejand û pê re jî rabû serpiya .
-De gelî bira....... Axeftina xwe berdewam bikin, çaxê limêja
mine!…
Piştî ( rikeeta ) pêşî, navê gawirekî ereb di nav axeftina wan
ve derbas bû û ber bi guhê wî ket, ku wî bêbavî, hin zogenên
ewrete jibo qirkirina kurdan di pirtûkeke taybet de danîbûn!…Loma
jî, heger bi serê lêvan ayetên Qurenê dixwend, lê di dilê xwe de
zagonên wî lawirê erebî faşist, di hijmartin!….
1-Li seranserî sînorê Tirkiya û Suriyayê û li ferehiya gundên
kurdan, giringe ku kurd bê nasname bimînin, jiber ku ne
welatiyên Sûriyayê ne!..
2-Erdê wan ji wan bê sitandin û li erban bê belavkirin!....
3-Axa û malbatên mezin, bikin ku bi hevûdin bikevin, da ji hev
bikevin û malbatên giran û mezin bên rûxandin û parçekirin!…
4-Xwendevan û rewşenbîrên kurd, bê kar bikin û yên di nav gelê
kurd de navdar û naskirî, bên girtin û windakirin!…
Çar xal ji dehên dî di ber nemazê re, dibîra nûnerê partiya
kurdistanî ve derbas bibûn!….Lewre jî, bêyî ku serê xwe bi aliyê
çep û rast ve bizîvirînê, nemaz bi dawîkir û bilez rabû serpiya!…..
Di ser serê civatê re sekinî û bi madekî tirş, tiştê di serê wî
de zîvirîbû got û xwe dibere jî kelogirîkir:
-Li ber çavane, ku komara Al- Bees î bênamûs, pêşniyazên wî
bêbavê faşist bipêktîne û em li wan temaşe dikin!….
-Ma em çi bikin!?…
-Xuwlî li serê xwe bikin!…
Nûnerî partiya kurdistanî, civîn bi dawîkir û li ber deriyê mala
ku civîn tê de derbas bibû, sekinî û li ezmanê tev bi ewirên reş
û geravî temaşekir, rastiya herî giring, ku newêrîbû ji koma xwe
re bibêjê, di dilê xwe got û dubare kir:
-Salên tên, wê pir giran û zor bin!….
Ji loma jî, ramana herî taybet ku cih di serê wî de girt, di
kêlîka ku gihişt ber deriyê mala xwe, firmana koçberiyê bû!….
Berî ku serê xwe deyênê ser balîv, ev biryar ji jina xwe re
diyar kir û dawî jî bi dilekî rehet, di nav xewn revandina
zarokên xwe, ji vî welatê talankirî de ponijî!….
***
Çend xortên ku bi kolexozan di welatê Suriyayê de xewin didîtin,
li ber kurê Axayê ku milkê wî tev têk çûbû sekinîn, yekî ji wan
bi kenê xwe yî sar re got:
- De Welahî, hûn pişt guhên xwe bibînin, nema hûn vî erdî
dibînin!….
-We Axa, sed salî xêra vê erdê di xwar, aniha jî dûra me çotkare
ye!…
Guhê xwe neda gotinên wan, çend gavekî ji wan dûr ket!….. Lê ku
dengê yekî dî ji wan hat guhên wî, dema ku ji hevalên xwe re bi
dengekî bilind got:
- Ezê vî parçeyê erd, yê di ber rê ve, ji xwe re veqetînim û
xaniyekî di nav de ava bikim!….
Jikel li wan zîvirî û bi qîr bersiva wan da û got :
-Hûn dizanin ku me û we jî ev erdê hêja winda kir, tev jî ji
encama xebata partiyên we yên kor, ku qet di pêşverojê de ne
digihiştin, yan digiştin lê bi xiyanet ji were diyar nedikirin!…Û
mixabin, ku hîn jî hûn nizanin ku ev erdê han tev, li çar
malbatên ereb hatiye belavkirin!….
-Ereb….Ka ereb!?
-Erebê çi....Welahî emê xwe bidin kuştin!....
-Erdê gundê me, ji mafê me ye!…
Yê ku ji dilê xwe kenekî sar û cemidî kir, lawê Axê bû û di bere
jî bi keserek şewitî re got:
-We belengazan, bi gotinên partî û serok partiyan ji xwe re, di
çand nîskê!…. Lê mixabin, ku xewnên we jî wek virên serokên
partiyên xayên bi evê de çûn!….Ya rast ew, ku ji me hat sitandin
û bi we jî neket, bi ser de jî cîranên we yê nû, ne di zimanê we
de di gihijin û ne hûn di çand û kultûra wan de, êdî di
kuloxozan de li hevûdin bi civîn û derdê xwe ji hevûdin bibêjin!….
Hîn di nav nûçeyên partiya komenîst de, hin xwenên xweş û diharî
di hatin dîtin, lê ku serê kerên erebên Al-Xemir, yên ku ji
herêma Dîr-Al zor û ji bajarê Reqayê, li ser tixûbên kurdan dan
der, wek seyên hesto di zengelorê de mayê esê bûbê, perîşanên
xapandî li dora xwe zîvirin û bi navserê hevûdin ketin!….Hingî
jî, gelê kurd bi xiyanata partiya komenîst û tengezariya
partiyên kurd, li başûrî rojevayê kurdistanê, hatin winda kirin!…Û
mixabin ku hîn jî bi virê wan partiyan di vê windabûnê de
berdewamin!….
Gund di navbera du gundên kurdan de hatin evakirin û parçeyên
erdên ku bi xaka xwe ve û bi ava şêrîn ve navdêr, li xwe
behirkirin!….. Wilo jî, zagonên alîkariyê di warê aboriya wan de
danîn û bê deng û teqêniya tifingekê jî bi pêkdihatin!….Dawî jî,
partiya komenîst bi qadiroyên xwe ve û partiyên kurdistanî bi
pêşmergên xwe yî neçekdar ve, bi navhevûdin ketin!….Gunih giran,
bê dede û dadgih, wek gokeke ji rîs, di nav piyên wan de di cû û
dihat, ew jî jibo ku gelê kurd, erandina di hinavê xwe jibîr
bikin!…….
Ma gelo, bersivên Xalê Hesenê Kevirzî, ji pirsên mirovê ereb re,
nebûn Tûpişik û bi hinavê wî neketin, jiber berî her kesên
gundî, navê wî wek yên hezarên dî, di rojavayê kurdistanê de, ji
lênûsa welatiya Suriyayê hatbû winda kiriin û bû mirovekî Tirk î
penaber di gundê xwe de û li ser xaka kurdistanê!….Û car dî
mixabin, ku bi hezaran mirovên perîşan, yên wek Hesenê Kevirzî,
di nav bajar û gundên kurdistana rojava de, mil dan hev û bê
nasname di nav xewnên giran de, ji derd û kulên perîşaniyê,
jiyana xwe bi derd û kul derbas dikin!…..
Ji lewre jî, Hesen wek nûnerê partiya kurdistanî, li
careseriyekê ji xwe û koma zarokan re geriya, wî jî dawî ji
bazdanê pê ve li ber xwe ne didît!… Û bi rastî, reva ji welat,
bibû ermanca herî taybet!…Loma, bersiva wî ji jina dij vê ramanê
re, ev bû:
-Bapîrê min koçber hat vê herêmê û ez jî, ezê koçbar bikim!....
Bi diranên sîqirandî re, jina Hesen bersiva wî da û bi viyaneke
ji pola got:
-Bapîrê te penaber gihiştibû vê herêmê, Lê ez û zarokên min li
ser vê xakê bûne!……Û emê li ser jî bin ax bibin!……
Kevirzî, di zanîbû ku zagonên jina wî, ji her zagonên komara
Al-Bees, girantir û hişiktirin!…. Ji lwere jî, dest bi
bilindkirina hêtên hewşa xwe kir û bê deng ji rojên reş re xwe
amadedikir !…..
|