|
Di destpêkêde
divê em bibêjin ku em ne di şirove û vekolîna dîroka demekêdene, balam em
dixwazin balê bikşînin ser vê herêma ku Şaristanî lipêhev biserde hatine û
gelek Împeratoryan deselatî lê kirine.
Balam miletêwêy ku ev bermayî girtiye ji bavûkalan ewjî miletê Kurde û
nayête mandele dan şûna destêwan di evê herêmêde, û yên ku bixwazin evê
herêmê û demênwêy kevnare û miletên ku rolin dîrokîy giring lîstine binasin,
gereke bi hûrbûn li ser dîrokawê rawestin û rastî û xelkênwê binsain.
Kurdistana bindestê Sûryajî wekî hemû perçeyên Kurdistanê di gelek radeyên
dîrokîre derbasbûye, û evî perçeyî têkelya rozgara kevirîy yekemîn û diwemîn
kirye û demin nişînîy despêkîy yekemîn ku dest bi xwedîkrina Lawiran û
Çandiniyê û Avakirina gundan kiriye, û herweha têkelya Împeratoyên cuda cuda
kiriye, wek Împeratoyên ( Mîtanî, Aşûrî, Romanî û Aramî û herweha ya Mîdî û
Îslamî û Osmanî û hinindî kiriye ) ligor ku pirtûkên dîrokî ev herêm dane
diyarkirin.
Û eve emê bihêlin ji dostên berêzre ku eger bikaribin hin rastiyin bi
wêneyên dîrokî liser evî perçeyî peydabikin jimere bişînin ligor ku ewan
çavkaniyan binavkirine, jibo dewlemendkirina malperê da bala evê cîhana
pêşketî bide ser giringiya herêma Kurdistana bindestê Sûrya, û yên ku li
welêtin û ev jiwanre giringbe dikarin jimere wêneyên ewan cihên kevnerêçan
ku hatine vekirin jimere bişînin û em spasya wanjî dikin
Jiber ku di evê herêmêde gelek Şaristanî belavbûne û Împertorîyin cûrbecûr
deselatî lê kirine ti kes nikare bibêje ev herêma ku miletek hêjî têda dijî
bibêje yamine, jibilî xwedyêdwê ku ewjî miletê Kurd bixwene jiber ku jîwar
jibilî wesa diyarnake û ti kes nikare bilî wesa aşkarişbike ku ev milet
liser evê xakê dijî ji destpêka Şaristaniyande ger çendî nav liwan bûbin
wek Mîtanî û Mîdî û dîgerîwan, û çi miletên ku liwirbûn yan liwirin dijîn
nikarin xwe xwedî bidne diyakirin.
Û herweha hemû welatên cîhanê mîna Kurdistan ketin bindestên Împeratorî û
Miletên dîtirde balam dîsa ew welat ma ji miletêxwere û evejî dê bimêne ji
Miletêxwey Kurdre.
Miletêmey Kurd ji rozgarên kevnare û bûrîde liser evê xakê jiyane û hêj
dijîn û her dê bijîn ger çendî stem û vebrîn biserde hatine û bên.
Li evêderê emê
hin ji kevnerêçên dîrokî ku ji bingehên şaristanîyêne bidne diyarkirin belkî
hinekî ji şaristaniya herêma rojhilatanavîn vejîne bikêmayî.
|