Di destpêkêde
divê em bibêjin ku em ne di şirove û vekolîna dîroka demekêdene, balam em
dixwazin balê bikşînin ser vê herêma ku Şaristanî lipêhev biserde hatine û
gelek Împeratoryan deselatî lê kirine.
Balam miletêwêy ku ev bermayî girtiye ji bavûkalan ewjî miletê Kurde û
nayête mandele dan şûna destêwan di evê herêmêde, û yên ku bixwazin evê
herêmê û demênwêy kevnare û miletên ku rolin dîrokîy giring lîstine binasin,
gereke bi hûrbûn li ser dîrokawê rawestin û rastî û xelkênwê binsain.
Kurdistana bindestê Sûryajî wekî hemû perçeyên Kurdistanê di gelek radeyên
dîrokîre derbasbûye, û evî perçeyî têkelya rozgara kevirîy yekemîn û diwemîn
kirye û demin nişînîy despêkîy yekemîn ku dest bi xwedîkrina Lawiran û
Çandiniyê û Avakirina gundan kiriye, û herweha têkelya Împeratoyên cuda cuda
kiriye, wek Împeratoyên ( Mîtanî, Aşûrî, Romanî û Aramî û herweha ya Mîdî û
Îslamî û Osmanî û hinindî kiriye ) ligor ku pirtûkên dîrokî ev herêm dane
diyarkirin.
Û eve emê bihêlin ji dostên berêzre ku eger bikaribin hin rastiyin bi
wêneyên dîrokî liser evî perçeyî peydabikin jimere bişînin ligor ku ewan
çavkaniyan binavkirine, jibo dewlemendkirina malperê da bala evê cîhana
pêşketî bide ser giringiya herêma Kurdistana bindestê Sûrya, û yên ku li
welêtin û ev jiwanre giringbe dikarin jimere wêneyên ewan cihên kevnerêçan
ku hatine vekirin jimere bişînin û em spasya wanjî dikin
Jiber ku di evê herêmêde gelek Şaristanî belavbûne û Împertorîyin cûrbecûr
deselatî lê kirine ti kes nikare bibêje ev herêma ku miletek hêjî têda dijî
bibêje yamine, jibilî xwedyêdwê ku ewjî miletê Kurd bixwene jiber ku jîwar
jibilî wesa diyarnake û ti kes nikare bilî wesa aşkarişbike ku ev milet
liser evê xakê dijî ji destpêka Şaristaniyande ger çendî nav liwan bûbin
wek Mîtanî û Mîdî û dîgerîwan, û çi miletên ku liwirbûn yan liwirin dijîn
nikarin xwe xwedî bidne diyakirin.
Û herweha hemû welatên cîhanê mîna Kurdistan ketin bindestên Împeratorî û
Miletên dîtirde balam dîsa ew welat ma ji miletêxwere û evejî dê bimêne ji
Miletêxwey Kurdre.
Miletêmey Kurd ji rozgarên kevnare û bûrîde liser evê xakê jiyane û hêj
dijîn û her dê bijîn ger çendî stem û vebrîn biserde hatine û bên.
Li evêderê emê
hin ji kevnerêçên dîrokî ku ji bingehên şaristanîyêne bidne diyarkirin belkî
hinekî ji şaristaniya herêma rojhilatanavîn vejîne bikêmayî.
PARÊZGEHA HESIÇA
Hesiça û Qamişlo di salên 1937-1939ande dest bi lêgerîna kevnerêçanbû û
piştî cenga cîhaniy diwem lêvegeryan 6 qatên şaristaniy lipêhev hatin
diyarkirin û ji avayîyên herî giring Perestgeha Çav û avhiya Qiral Naram
yin hatin derêxistin, û ligel hin Qehfik û Pût Mohr ku bi babetên
mîtolojîk dewlemendin.
Girê
Çaxir Bazar: Li Bakurê Hesiça dikeve, gera li kevnerêçan di sala
1934ande destpêkir û hêjî berdewame15 Qatên şaristanîy lipêhev derketin,
û ji dîtina wan tabloyên herîyê ku dîroka Rojhilata kevn û şarestaniyêd
wê daye diyarkirin.
Girê
Leylan ( ŞIBAT ÊNLÎL ) : li başûrê Qamişlo bi dûraya 25 Km di sêkuça
Xabûrdeye, û Hirmzê Gerok di sala 1878 ande liser axivye, û di sala
1978ande dest bi gerîna kevnerêçan bûye û qatên kevnare têde derketine û
digihêje salên şeşan berî zayînê û jiwan dîwarê bajêr û avahiyên
Perestgeh û koçka Qeral û tabloyên Herîyê û Mohr û Şerbkên Qehfikîy
rengareng û eve dide diyarkirin ku ev girê Lelanê girekîy kevnerêçîy
gelek giringe.
Gir
Berî ( Keht ) : li hêla Rojhilat liser çemê Ceqceq dikeve bi dûrbûna 8
Km bakurî Girê Brak, biser du kevrên nîgarkirî vebûn ku têde navê evî
cihî bi ( Keht ) hatiye binavkirin ku rawestgeha dawîya Qealê Aşûrî (
Tokoltî Nînorta ) bû di herêma Czîrêde sala 885 ande berî Zayînê.
Girê
Mozan ( Orkêş ) : dikeve navbera Qamişlo û Amûdêde têde bajarekî di
destpêka 2000 sal berî Zayînê kevnhatiye dîtin û ew giringtirîn bajar
di liser Xabûre, û hem dîwarê bajêr û kaviliên avahiya kevirî û Mohrên
cûrecûr têde derketine.
Girê
Xwêr : dikeve navbera Serê Kanyê û Gir Sipî ku têde Perestgeheke Kevirî
û dezgehên Avahiyê û tiştin Qehfikî û Hestînî û Tûncîjî hatine dîtin, û
ew dibin ji dema Akadiyan.
Û
pir cihin Entîke hene wek Girê Emare, Girê Bêyder û Keleha Sekra
Eyûbiyan ku liser Çiyayê Ebdil Ezîzê hene 35 Km dûrî Hesiçaye.
Bajarên Parêzgeha Hesiça.
Hesiça : liser herdû Çemên Xabûr û Ceqceq dikeve li cihekî gelek bi rewş
û xweş û spehî bi avahiyê nûjen û pêşketî û cûrecûr diyare, Karxane û
Projêktên Aborî û dezgehên Gerê ( Tûristî ) hene û hem çalakiyên
Rewşenbirî û Fêrî û Canbezkî.
Qamişlo : bi Cadeyên xwey Rast û çalakiyên cûrecûr dezgehên Gerê û
Balafirgehê navdare.
Dêrik : bi Kanî û Xweşikbûna xweristê navdare û Pira kevnary 300 salên
Zayînê û Bîrên Petrolê navdare.
Serê
Kanyê : wek bajarekî liser Gola Av û kaniyaye, bi Avtûnc û Dîrokzanan
navdare.
Kaniya Dîwar ( Ayn ): liser Çemê Diclê dikeve û ji kevnerêçên wê Pirek
kevnare heye.
Rewş
û Spehîtiya xwerist û kanî û çemên Parêzgeha Hesiça hiştiye ku hemû
Helbestvan û Nivîskar bi xweşikbûnawê binivîsin û bistirên.
Çemê
Xabûr : ji Serê Kanyê dertê ber bi Rojhilat diçe Hesiça û bi Başûrve
diherike li nêzîk Qerqîsya ( Bsêra ) tevlî Ferat dibe piştî 440 Km
Hesiça derbasdike.
Çemê
Ceqceq : ji Çiyayê Toros dertê û diherike Qamişlo derbasdike berbi
Hesiçave diçe digihêje Xabûr li Rojhilatî Hesiça.
Gola Holê : Goleke xweristîye
bi firehbûna 2,3 Km û 45 Km dûrî Hesiçaye