|
di sala 1903an de li
gundê HESARÊ li kurdistana Bakur, hatiye
Dinê.
* Di sala 1920an de desbi xwendina Olî kir, û li Kurdistana Binxetê, Başûra
mezin û
kurdistana Îranê jî li xwendinê geriya ye, û rewşa
gelê Kurdistanê baş
nas kir.
* Di sala 1937-1938an de, wî û hevalên xwe Komelak li bajarê Amûdê
vekirin, û komela wan gelek berepêş
ve çû, lê bi
navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele
girt.
*
Di sala
1948an de Cegerxwîn bû hevalê Partiya Komonîst a Sûrî.
* Di sala 1949an de cara yekemîn Cegerxwîn hatiye girtin.
* Di sala 1950 î de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazan.
* Di sala 1957an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de
wî û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazkirin û piştî
pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya
Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
* Di sala 1959an de sê salan dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha
Bexdayê.
* Di sala1962an de hukûmeta Îraqê bera wî dide û ew û zarokên xwe
vedigerin kurdistana Binxetê, û li wir Cegerxwîn tê girtin.
* Di sala 1963an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezzê li
bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê berdan lê wî Surginî bajarê Siwêda nav
Durziyan dikin, lê pistî pêlake ne dirêj vedgere Bajarê Qamişlo.
*
Di sala 1979an de Cegerxwîn li Siwêdê
di bi mihacir û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li diqedîne.
* Di 22-10-1984an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû
ser heqiya xwe.
Cegerxwîn di hewsa xaniyê xwe de li bajarê Qamislo yê hatiye |
|
Li ser aştî, azadî, dostanî, wekhevî, welatparêzî û biratî, li ser jiyanê,
li ser tekoşînê, li ser bindestiya gelê kurd, li ser beg û axayên li
Kurdistanê ku gelê me paşverû hîştine, li ser karkiran, û cotkaran, li ser
şaîr
û hozanê kurdan, li ser dewlemendên bêasil, li ser cografiya Kurdistanê, li
ser dîroka Kurdistanê, li ser çiya û banî, zinar, daristan û gulên
Kurdistanê, li ser zimanê kurdî û dewlemendiya zimanî kurdî û hînbûna zimanê
kurdî, li ser folklor û stranên kurdî, li ser yekîtiya kurdan, li ser evînê
û li ser têkoşîna gelên bindest di cîhanê de jî gelek
şîr û helbest nivîsîne.
Cigerxwîn di hinek helbestên xwe de pir nerm e, bi hesret û keder e, di
hinek helbestên xwe de bi gazinc, û hawar e, di hin helbestên xwe de bi derd,
kul, keder, ax û zar e û di hin helbestên xwe di jî pir bi hêrs e, û sitemkar
e. Ew bi nermiya xwe, bi hesret, û kedera xwe, bi gazî û hawarên xwe, bi derd,
kul, kered, ax û zarên xwe, bi hêrs û sitemkariya xwe, her dem bi gelê xwe
re bûye. Cigerxwîn li her çar parçeyên Kurdîsanê geriyaye û di têkosîna gelê
me de her dem bi wan re bûye û bi helbest û afrandinên xwe kêseya gelê me
aniye ziman. Bi rastî ne hedê min e ku "ez hostayê mezin Cigerxwîn binirxînim".
Lê ji ber ku îsal sedsaliya Cigerxwîn e, dixwazim çend helbestên Cigerxwîn
bidim nasîn û bi vî awayî Cigerxwînê mezin bi bîr bînim û serê xwe li ber wî
bitewînim. Ez pir serfiraz û sebilind im ku min di hebûna Cigerxwîn de di
sala 1981'î de li bajarê Bremena Almanya di sahiya NEWROZÊ de ew dît û destê
wî maçî kir. Cigerxwîn di sala 1984'an roja bîs û dudiyê meha dehan de
(22,10,1984) li Swêdê çû ser dilovaniya xwe. Lê ewê di dil û jiyana gelê me
de wekî deryayekê wekî hozanekî heta hetayê bimîne. Mirov nikare Cigerxwîn
bi çend gotin û meqaleyan bîne ziman. Bi rastî divê di pêsrojê de li ser
jiyan û hemû helbest, afrandin û nivîsên Cigerxwîn kar û xebateke pir
berfireh û akademîk bê çêkirin da ku gelê me û zarokên me xezîneya ku
Cigerxwîn ji me re bi cih hîstiye bastir nas bikin. Cigerxwîn di helbesteke
xwe de jiyana xwe bi kurtasî dide naskirin û
............. ji malpera Cegerxwîn......
ji bo
hûn xweş
wî binasin |