|
Wek ku diyare îsal 2005 di nav kurdan de bi navê sala Osman
Sebrî hatiye bi nav kirin .Ez jî xwe bextiyar û kêfxweş dibînim,
ku di vê sedsaliya bûna wî ya pêşîn de ,vê jînenîgariya wî ya
kurt ji xwendevanan re pêşkêş bikim.
Konê
Reş /Qamişlo
Osman Sebrî
( APO )
1905 – 1933
Di destpêka çerxê bîstan de , hoza ( Mirdîsan ) bi serokatiya
Sebrî Axa di nav kuntarên çiyayê ( Bêllî: Nemrûd ) de , ji sedê
salan ve dijiya .
Ew çiyayê ku dikeve navbera bajarên Malatiya , Orfa , Siwêrek û
Adîyemanê de ; gundê ( Narincê û Xêştûrê ) ji vê hozê re wek
paytextekê dihatin naskirin , çiko cihê rûniştina Axayê wan
Sebrî Axa bû ; ev her dû gund jî girêdayî bi qeza ( Kextê ) bûn
ji wîlayetên Adîyemanê ...
Di roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî
Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan de Osman mezin bû
, temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya
xwedê , vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin ( Şikrî ) bi kar û
barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman
Sebrî ) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi
gelek dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin û
amadebe ji pêşerayan re .
Di wê navê re Osman Sebrî xwendina xwe ya sereta di dibistanên
Tirkan de bi dawî anî , li ber destê Mamoste ( Ismaîl Efendî ) û
pêre ..pêre hez pirtûkên dîrokî û helbestan kir ; ji ber ku yekî
tenê bû ji bavê xwe Apê wî Şikrî Axa xwest wî bi jin bike – li
gor rêzanên Kurdan – da ku zarok jê re çêbibin , di 16 salaiya
wî de Apê wî jinek jêre anî û wiha ji xwendinê dûr ket , ji wê
jinê xwedê sê kur danê dido zû mirin û yê sisîyan ( Welato ) di
destpêka sala 1970 ê de li welatê Kurdistana Bakur hat kuştin ,
temenê wî 47 sal bû .
Di 18 e saliya xwe de , hêj bêtir ji Apê xwe Şikrî hîn û
serwextî rêk û rêzanên hozê bû qencî û şaşî ji hev derxistin ,
xwest ku dûrî hozê bibe û here bajarekî din danişte û xwendina
xwe bibe serî , lê Apê wî riya derketina derve ji ber girt û ew
li kêleka xwe hişt da ku jê re bibe pişt .
Çend salekî Osman Sebrî li kêleka Apê xwe Şikrî Axa bi karûbarên
hoza Mirdêsan ve rabû , ta şoreşa Şêx Seîdê Pîran destpêkir , di
wê hingê de wan jî xwest di hawara şoreşê de herin û soz û
peymanên xwe bi Şêx Seîd re bibin serî , lê sed heyf û mixabin
şoreş zû beravêtî bû , Şêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925 ê
de li Amedê hatin bi darvekirin , di pey re hikûmeta Kemalî berê
xwe dan Şêx , Axa , Beg û Rewşenbîrên Kurdan , nemaze yên ku
hilma welatparêziyê ji wan difûriya ew digirtin û dişandin
dadgeha Istiklalê li ( Xarbêtê ) .
Di wê hingê de Şikrî Axa wek welatparêzekî Kurd ji girtinê bê
par nema , deshilata Kemalî ew jî da girtin û 15 salan ceza danê
; di wê navê re Osman Sebrî ji Xalê xwe Hecî Derwêş sehkir ku wê
Apê wî di filan rojê de bibin zindana Antalyayê , li ser vê yekê
Osman Sebrî bi çend peyayan ve ketin pêşiya karwanê girtiyan û
leşkerê Tirko li bajarê Ruhayê û Apê xwe Şikrî ji nav destê wan
azad kir .
Ji neçarî ew û Apê xwe Şikrî bi serê çiyayên Bllî ( Nemrûd ) ê
ketin , hem ji bo xwe ji destê Tirkan biparêzin û hem ji bo
karibin bi serhildanekê rabin ; lê mixabin wek ku wan dixwest bi
wan re neçû serî , ji ber kesî ji hozên herêmê pişta wan
negirtin û dawî ew di gel her du Apên xwe Şikrî û Nûrî û 16
hevalên wan hatin girtin û di roja 24/06/1926 ê de Tirkan her du
Apên wî li Amedê ( diyarbekir ) ê bi darvekirin , lê ew di
zindana Amed û Denizliyê de ma ta gulana 1928 ê ji nû hat berdan
.
Piştî ku ji zindanê reha bû û çend heyvek derbas bûn , careke
din hate girtin di gel 26 serok-hoz û Axayên Kurdan , bi gunehê
ku xwe amade dikin ji şoreşkê re û bi vê tewanbariyê ew li
Maletyayê pêşkêşî dadgeha leşkerî kirin ; Osman Sebrî de jî
Osman Sebrî nêzîka 7 heyvan di zindanê de bûrandin .
Piştî ji zindanê serbest bû , mêze kir ku mana wî li Tirkiyê
bûye zindan û tev rê li ber birrîne , vêca ji neçarî di roja
24/12/1929 ê de , ji Tirkiyê – Ser Xetê – daket û berê xwe da
Sûriyê –Binya Xetê - ; xwe li hoza Berazan girt li bajarê Kobanê
( Eyn Elereb ) , serokê vê hozê Mistefa Şahîn Beg û Bozan Şahîn
Beg bûn yên ku ji himdar û endamên komela
(
Xwêbûn an xoybûn ) ê bûn .
Xebat û berxwedana
Osman Sebrî
Li Sûriyê di navbera salên
1929 – 1951 ê de
Li
Sûriyê , li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan Osman Sebrî dibe
endamek ji endamên komela ( Xwêbûnê ) , ew komela ku di sala
1926 ê de li Beyrûtê hatibû damezirandin , ji rex welatparêz û
rewşenbîrên Kurdan ve ; di vî warî de sehkin bê Osman Sebrî çi
dibêje :
(
... Piştî hatina Sûriyê bi sê çar heftiyan Celadet Bedirxan
hatibû Kaniya Ereban ( Kobanê / Eyn Elereb ) , piştî em rûbarî
hev bûn li ser destê wî ez bûm endamê partiya Xoybûnê ... ) /1/
.
Di sala 1930 ê de , endamên komela Xwêbûnê xwe amade kirin ji
alîkariya şoreşa Agrê re ew şoreşa ku li çiyayê Agirî dax
(Araratê ) vêket , pilan danîn ku ji sînorê Sûriyê ve êrîşî
Tirkan bikin ji bo dû sedeman :
1- Ji bo akam û bandora neyênî ya Tirkan ji ser leşkerên Araratê
hinekî sivik bibe .
2- Ji bo bajarên li ber sînor ji dest Tirkan rizgar bikin .
Li gor van pilan û daxwazan pênc eniyên şer hatibûn bi nav
kirin , yek ji wan li Kobanê /Eyn Elereb bû di bin serokatiya
Mistefa Bozan Şahîn serokê hoza Berazan di gel Osman Sebrî ,
belê li gor pilanên şer û serketinê pêwîst bû ku Kurdên bakur jî
serwext bin bi vî kar û barî , vêca komela Xwêbûnê Osman Sebrî
durist dîtin ji bo here bakurî Kurdistanê û Kurdan ji şoreşê re
agahdar û serwext bike .
Wiha Osman Sebrî di serê buhara 1930 ê de derbasî bakurî
Kurdistanê bû û gelek name û belavokên Xwêbûnê li serok-hoz û
Axayên Kurdan belav kir û nêzîka du heyvan lê rûnişt di pey re
zîvirî Sûriyê .
Belê piştî ku vegeriya Sûriyê , hikûmeta Kemalî ji hikûmeta
Fransî ya ku di Sûriyê de karbidest bû doza xwestina wî kirin ;
lê Fransiyan ne dixwstin ku Osman Sebrî bispêrin Tirkan ji bo
berjewendî armancên xwe yên eşkere û veşartî vêca ew ji Kobanê
surgûnî bajarê ( Reqe ) kirin da ku ji sînor dûr be .
Piştî dor heyvekê ji wê surgûniyê derbas bû , Bozanê Şahîn Beg
şand pey ji bo xatirê biryara komela Xwêbûnê di her pênc eniyên
şer de bibin serî û ji aliyê xwe ve agirê şoreşê vêxin .
Di roja 01/07/1930 ê de şeva yek li ser diduyan Osman Sebrî di
gel 20 neferên hoza Berazan sînor derbas kirin û du qereqolên
Tirkan li qeza Siwêrekê kirin bin destê xwe û divîbû hîn pêşde
herin , lê wek ku xwestin bi wan re neçû serî ji ber ku di eynî
demê de sehkirin ku her du sero-hoza Berazan Mustefa û Bozan ji
rex hikûmeta Fransî hatin girtin .
Bi nûçeya vê girtinê re neferên ku bi Osman Sebrî re bûn tev bi
paş de vegeriyan Sûriyê û Osman Sebrî bi xwe ma ; ew jî piştî
çendakê zîvirî lê bê ku xwe bide dest hikûmeta Fransî , ji tirsa
ku wê bixin nib darê rûniştina zorê li bajarê Şamê wek piraniya
sero-hoz û welatperwerên Kurdan ; ji neçarî xwe li bal Şêx
Michem kurê Hadî /2/ serokê hoza Erebên Iniz girt û dor du
heyvan di mêvandariya wî de ma , ji wir rabû û xwe li Iraqê girt
pêlakê baş di mêvandariya Şêx Ehmedê Barzanî de ma
Derbarî wê qonaxê Osman Sebrî wisa dibêje :
(
Di sala 1930 ê de , li Barzan min û rehmetî Şêx Evdilrehmanê
Garisîhev nas kiribû û serekî dirêj bi rehmetî re bibûm heval
... ) /3/ .
Li vegera ji Iraqê , ew li Mûsilê ji rex hikûmeta Ingilîzî ve tê
girtin û bi rewşeke xerab û perîşan xwe ji nav lepên wan
Ingilîzan rizgar dike û bi rev vedigere Sûriyê û careke din xwe
li Erebên Iniz digre û li bajarê Tilebyedê rûdine , piştî
demekê ji wir radibe û xwe li welatparêz û ronakbîrên Kurdan
digre û dikeve nav refên wan de , ewên ku li Şamê di bin
rûniştina zorê de bûn .
Mîr Celadet Bedri-xan , Haco axa û her sê kurên xwe yên mezin
Hesen Axa û Cemîl û Çeçan , Mustefa Beg û Bozan Beg Şahîn
serokên hoza Berzan , kurên Cemîl Başa Diyarbekirlî Ekrem û
Qedrî û Qasim , Qedrî Can , Hemze Begê Miksî , Memdûh Selîm Beg
Wanlî , Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza û birayê wî Dr.Nûredîn Zaza û
gelekên din ji endamên komela Xwêbûnê .
Di wê hingê de ji nû Osman Sebrî ji nêzîk ve bi van
welatperweran re li Şamê rûnişt .
Di sala 1931 ê de serê buharê , komela Xwêbûnê ew rêkirin bal
Şêx Ehmedê Barzanî , ji bo xatirê navbera wî û Şêx Mehmûdê Hefîd
xweş bike , di wê mêvandariyê de xwedê kurek da Şêx Ehmedê
Barzanî navê wî kire Osman li ser navê Osman Sebrî .
Di vê çûna wî li Iraqê de , Osman Sebrî /165/ rojan li
Kurdistanê dûm kir , ta Hewlêr ji rex Ingilîzan ve hat girtin û
pêlakê di zindana Hewlêr û Mûsilê de ma ta Ingilîzan ew teslîmê
hikûmeta Fransiyan li Sûriyê kirin
,
wiha careke din vegeriya Şamê nav hevalên xwe .
Li Şamê gelek caran ew û hevalên xwe diketin gengeşeyê gerim de
li ser babet û piroblemên netewî û şoreşê de , ji bin serê
qerebalix û germbûna wan gengeşeyan ew û hevalên xwe dûrî hev
diketin , lê çendî ji wan dûr diket careke din li wan vedigeriya
, ta Mîr Celadet Bedir-xan kovara xwe (HAWAR) ê di roja
15/05/1932 ê de li Şamê çapkir û di nav Kurdan de belav kir , di
hejmara pêşîn de ji HAWARÊ rehmetî Qedrî Can nivîsek di bin navê
( Hawar hebe gazî li dûye ) nivîsand û di bin vê edsrê re wiha
nivîsand : ( ji bo birayê min Osman Sebrî ) û di hejmara (2) ê
de ji kovara HAWAR ê belav kir û evin çend malik ji wê nivîsê :
Jiyan çiqas delale
Di nêv bav û biran de
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman de
Hawara me vayaye
Xew bê kêr belaye
Qet şik têde nemaye
Di gotinên yaran de ...
Belê Osman Sebrî jî nemerdî ne kir , helbestek nivîsand wek
bersevekê li Qedrî Can di wê helbestê de wiha got :
Jiyan xweşe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran ; çi bikim
Hemû min tê ji derdan
..........
..........
Hawarê xweş awakir
Dilê Kurdan pê şakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir ...
Ji wê hingê ve Osman Sebrî dest bi nivîsandinê kir ; mirov
dikare bibêje ku kar û barên Osman Sebrî yên bi xurt û berfireh
doza wî ya her dem û kêlîk vîxistina agirê şoreşa çekdarî bû ,
lê ji wê roja ku berseva Qedrî Can nivîsand rahişt pênûsê û nema
ji destê berda , di bin akam , navtêdan û bandora Mîr Celadet
Bedir-xan de pênûsê bi hiloyî tifing ji milê wî danî û ew di
hembêza wî de rûnişt ta roja dawîn ji temenê wî ; derbarî vê
yekê de Apo Osman di serdanekê de wiha ji min re got :
( Ya rast ewe ku rehmetî Celadet Beg berê me da nivîsîna bi
zimanê Kurdî ... ) /4/ .
Belê , tevî ku dest bi nivîsandinê kir jî û hewl da ku hêza xwe
têke xizmeta qada ziman û rewşebîriyê , lê hestê wî yê şoreşger
zora ramyariya wî dibir mêla wî dima li ser şerê çekdarî , tebat
û lebat lê ne dibû ku tiştekî bi hêza tifingê bêk bîne lê
mixabin hewldanên wî tev bi bayê re diçû , ji ber ku ew û
hevalên xwe li Şamê di bin darê rûniştina zorê de bûn ,
nikarîbûn ji ber hikûmeta Fransî ji Şamê bilivyana , ji ber
sozên giran dabûn hikûmeta Kemalî ku ji endamên Wêbûnê pir bi
tirs û saw bûn .
Ji nav tevan Osman Sebrî ne ditebitî , rûnedinişt digot : ( wilo
rûniştî nabe , divê em parakê bibînin ...) wek van gotinan li
hawê hikûmeta Fransî ne dihat , vêca çend carekê zirt û fort
lêkirin , li ser wan zirtên Fransyan Osman Sebrî helbestek
nivîsand bi navê ( WELAT ) û di kovara HAWAR ê hejmara 19 ê de
belav bi navê ( Axayê Mirdêsî ) , ev çend malikin ji wê helbestê
:
Ew çiyayên bilind , avên di sar , parîzên rengîn ...
Ew bedewên çak , delaliyên pak zeriyên narîn ...
Çar bûn ? kûde çûne ? li kû mane ? ha bêje ...
Ev derdê bê derman ku ez kirime dîn ,
Di riya felat de , ger çiqas bi westim
Pê kêfxweş dibim , bilahî ez nabim xemgîn
Ez minetê negrim ji bona mayîna Sûriyê
Hê vir jî nebit eve di rex min de Felestîn
Bîstekê nikarim te bi derxim ji bîra xwe
Dixwazim bila min bişînin nav Çîn û Maçîn
Dema ko nakaribim li erdê Sûriyê biaxifim
Min dest daye birayê xwe yê Cegerxwîn .../5/
Dawî Fransyan ew di buhara 1933 ê de surgûnî Şerq Elurdun ,
Felestîn û Arîtêriya kirin di rêka bendera Cide re .
Li Arîtêriya bajarê Mesûh pir bêriya welat dikir , roj li ber
çavên wî reş dibûn , bîna wî teng dibûn , dilê wî wek pêlên
deraya sor lê dida ji xwedê dixwest ku bibe teyrek û bifre xwe
li welatê Kurdistanê deyne , sehkin bê wî di wê xerîbiyê de çi
digot :
(
... Navbera mala me û behrê du sed gav hebûn ,ber bi behrê çûm ,
her car ku ev kela li min û wê bi hev diman ko timî bi pele , wê
gavê min fira teyran dixwazand ... difiriyam ... ciyê ez bi
çûmayê nêzing bû , dibêhnekê de Felestîn , Şerq Elurdun , Sûriye
derbasdikir , û li tala serê kaniyê li sînorê welêt raperîm di
navbera Mêrdîn û wêranşehrê de min xwe gihand ser Diyarbekir ...
) /6/ .
Piştî ku ji Mesûh ( Afrîqa ) vegeriya Sûriyê , pêlekê li bajarê
Hemayê /7/ li nav Beraziyan rûnişt û di gel kurên Şahîn Begê
Berazî re çû Libnanê , du caran hat girtin ji rex hikûmeta
Fransî ve , dema ku ji Libnanê zîvirî Sûriyê di havîna 1935 ê de
; hikûmeta Fransî di Sûriyê de careke din dest danîn ser û ew
surgûnî Afrîqayê kirin , vê carê girava ( Medexeşqer ) bajarê (
Sant Marî ) û lê ma ta bi havîna 1936 ê di wê surgûniyê de
helbestek li ser hal û perîşaniya xwe nivîsand tê de got :
Felekê kir neyarî
Rahişt milê me avêt
Nav girava Sent-Marî
Lê sed girîn û hisret
Bilbil wê dem û gavê
Ne dît ji bo xwe birbang /8/
Lê min ji hev dernexist bê çima hikûmeta Fransî ew bi tenê
surgûnî girava Medexeşqer î Mesûh kirin ; tevî ku piraniya
endamên komela Xwêbûnê û welatperwerên Kurdan li Şamê di bin
darê rûniştina zorê debûn ?! di vî warî de çêtirîn bersev ya
Osman Sebrî bi xwe dibînim ew berseva ku li Mihemed Uzun
vegerandiye :
( ... Celadet Bedir-Xan ji min re pirsek gotibû , ew xweş ketibû
serê min got : ez dibûnim çavên te li çîrokên şoreş û lêxistinê
ne ... em ferz bikin ku eu bi tenê bi karibî Kurdistanekê çêke ,
lê ew Kurdistana ku merivek çêbike , merivek dikare xerab jî
bike ... ) /9/ .
Xuyaye piştî vê gotina Mîr Celadet ew pêlakê bê deng bû , kar û
xebat di nav rêzên komela Xwêbûnê kir û ji ramanên şer û
şoreşgerî dûrket .
Di sala 1938 ê de dexwe dûrî komela Xwêbûnê kir , bi çend kesên
din re komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li bajarê Şamê
damezirandin û vê dawiyê xwe tevlî ( Nadî Selah Eldîn Elseqafî )
û navê xwe guhertin kirin ( Nadî Kurdistan ) , hingê bi dehan
keç û xort li Şamê fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kirin
.
Lê ji ber êrîşên kesên Kurd yên komonîst ji rexkeî ve û êrîşên
Ingilîz û Fransyan ji rexê din ve ( Nadî Kurdistan ) hat girtin
, wî jî ji neçarî xwe dûrî Şamê kir û di sala 1941 ê de çû
Tirkiyê nêzîka sê heyvan lê ma , di eynî salaê de careke din
vegeriya Sûriyê , li bajarê Şamê hevkariyeke nû bi Mîr Celadet
Bedur-Xan re danî û bi berdewamî di her du kovarên Mîr Celadet
de ( HAWAR û RONAHÎ ) nivîsand bi gotar , helbest û
wergerandinên xwe rûpelên van kovaran xemiland , ranewestiya ta
ku ev kovar nema weşiyan di sala 1946 ê de .
Ev hin nimone ne ji wan nivisînên Osman Sebrî :
1- Dûroka jîna Napilyon / Hesen Celal / , ji zimanê Erebî
wergerand bo zimanê Kurdî , li ser rûpelên kovara (RONAHÎ) di
/12/ xelakean de belavbûn ji hejmarên / 17 – 28 / .
2- Tarîxa Kurd û Kurdistan / MI\ihemed Emîn Zekî , ji Erebî
wergerand bo zimanê Kurdî di /3/ ê hejmarên (HAWAR) ê de
belavbûn sala 1941 ê de .
3- Dîroka Jîna Selah Eldîn / Dr.Ehmed Bêlî / , ji Erebî
wergerand bo zimanê Kurdî , di /5/ hejmarên (RONAHÎ) de belavbûn
sala 1944-1945ê .
4- Ezdî û Ola wan , di /3/ê hejmarên (RONAHÎ) de belavbûn
/19-20-21/ di sala 1943 ê de .
5- ji bîrên rojên kevin , navê dîwaneke helbestên Apo Osman bû ,
di (HAWAR) ê de belavbûne .
6- Di wê demê de jî , bi dehan gotar , helbest û nivîsandinên wî
yên din di kovar û rojnameyan de belav dibûn , nemaze wek ew
gotarên li ser nêçîrê , çiyayên Sasûnê , Agirî , Mirdêsan , rola
jinan û sincî , hwd ... .
7- çend helbestên bedew ji bo zarokan afirandiye .
Hêjaye gotinê ku Apo Osman Sebrî di sala 1944 ê de careke din
zewicî û xanima wî çerkesî bû xwedê sê kur û du keç danê navê
kuran Hoşeng , Hoşîn û Heval e , navê keçan Hingîr û Hêvî ye ,
lê ( Kewê ) gelek kesan texmîn kirin ku keça wî ye , ew bi xwe
keça birayê wî ye ku bi wefadarî buhara temenê xwe di xizmeta
Apê xwe de derbas kir piştî koçkirina wî ji nû zewicî bi xortekî
Kurd re ji Efrînê ; zarokên wî jî tev li Ewrûpayê dijîn.
Di sala 1946-1947 ê de , piştî ku Fransî ji Sûriyê derketin û
hikûmet bû erebî , ew karê rewşenbîrî li ber Kurdan qedexe bû û
hat girtin û (HAWAR) û (RONAHÎ) hatin girtin .
Di sala 1949 ê de heyamê hukmê Husnî Zeîm Osman Sebrî hat
girtin û pê re hat surgûn kirin û ew avêtin bajarê (
Tudmir/Palmêra ) di wê êvarê de conta eskerî li hukmê Hisnî Zeîm
rabû û hukim hate guhertin , bi wê guherînê re Osman Sebrî ji
zindan û surgûniyê reha bû .
Vegeriya Şamê û mala xwe barkir nav Kurdên Cizîrê û ji bo xatirê
nanê rojê bû mamûr di mîra de , geh li bajarê Qamişlo kar dikir
î geh li Dirbêsiyê , wiha ji sala 1949 ê ta sala 1951 ê li
Cizîrê ma .
Qonaxa didiwan
ji xebat û berxwedanê
di navbera salên
1951- 1971 ê de
Di roja 15/07/1951 ê de Mîr Celadet Bedir-Xan li Şamê çû ber
dilovaniya xwedê , hingê Osman Sebrî mêze kir ku ew kelemê ku
her gav di pêşiya xwe de didît êdî nema dikeve riya wî , piştî
koçkirina Mîr kesek ji bilî xwe ne dît di pisporiya rêziman û
nivîsandina bi Kurdî vêca di derhel de ji karê xwe yê li mîra
derket û ji Cizşrê bakir û vegeriya Şamê da ku wê qûncka vala
dagre , lê dîsa wek wî dixwest ne çû serî ( ji ber ku tu carî
şagirtê bêcir , zizrz û bînteng nikare cihê mamostayê xwe yê
şareza , pispor û bînfireh dagire ... ) .
Di sala 1955 ê de wî û çend havalên xwe , komelek bi navê (
komela vejîna çanda Kurdî ) li Şamê damezirandin yek ji wan
Hemîdê hecî Derwêş bû wê hingê li zanîngeha Şamê dixwend ; yek
ji daxwazên vê komelê ku xelkên Kurd
hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bikin , di wê demê de
çend pirtûkên Osman Sebrî çap û belav bibûn wek :
1- Alifbêya Kurdî
2- Bahoz
3- Derdê me ...
Belê hin bi hin endamên vê komelê ji ber hev ketin , bêtir ji
ber Kurdên komenîst şerê wan dikirin , di eynî salê de 1955 ê
Osman Sebrî di avakirina partiyekê Kurdî de diponijî hem ku xwe
ji êrîşên komenîstan rizgar bike û karibe berseva wan bide , an
ew bi xwe şerê wan bike bi navê partîya xwe , hem jî ku
partîyeke Kurdî , Kurdên Sûriyê di bin baskên wê de karibin doza
mafê xwe yê netewî û rewşenbîrî bikin , wek partiya Demokratî
Kurdistanî li Iraqê .
Di sala 1956 ê de wî û Hemîdê Hecî Derwêş dest bi hîmê wê yê
pêşîn kirin , wê hingê Celal Talebanî û Dr.Nûredîn Zaza alîkarî
bi wan re kirin , nemaze Dr.Nûredîn Zaza ku ew rêzana Osman
Sebrî ji partî re danîbû gelek guherîn têde kiri û bi rengekî
rast û resentir ji nû ava kir , di roja 14/06/1957 ê de partiya
Demokratî Kurdî li Sûriyê hat damezirandin di bin serokatiya
Osman Sebrî de û alîkarî û hîmdariya Hemîdê hecî Derwêş , Hemze
Newêran , Reşîd Hemo , Şêx Mihemed Îsa , Şewket Henan ... hwd .
Bi damezirandina partî re , di nav Kurdên Sûriyê de , şiyarbûn û
zanînê serê xwe rakirin , Kurdan doza mafên xwe yê netewî û
rewşenbîrî kirin , lê ev daxwaz û armancên ku Kurdan dixwestin
li gor hawî hikûmetên Erebî li Sûriyê nehatin , dest bi şerê
Kurdan kirin , nemaze ew kesên ku partî damezirandin û yên bûn
endamê wê , hikûmetê dest bi girtina wan kir û di serê wan de
Osman Sebrî bû , evin çend carên ku Osman Sebrî ji rex hikûmetê
ve hatibû girtin :
1- Roja 15/08/1960 ê , di vê rojê de Osman Sebrî û Dr.Nûredîn
Zaza di gel çil û heşt /48/ endamên partî hatin girtin û li
zindana Helebê û ya Mezê li Şamê man ta roja 02/02/ 1962 ê .
2- Di sal 1963 ê de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya çû
Libnanê û çend heyvan li wir burandin .
3- Di roja 21/05/1964 ê de careke din ew û kurê xwe Hoşeng li
Helebê hatin girtin di gel çend hevalên din û di zinadanê de man
ta bi dawiya sala 1965 ê .
4- di dawiya sala 1965 ê de , nû ji zinadanê derketibû lê careke
din li Dêra Zorê hate girtin û çend heyvan li wê zindanê jî ma .
5- Di sala 1957 ê de dema ji zindanê derket hikûmetê ew surgûnî
bajarê /Siwêda/ kiri , ew dikeve başûrê Sûriyê .
6- di sala 1969 ê de , dadegeha dewletê biryar da ku du salan
Osman Sebrî bê zindan kirin , lê wî xwe ji Sûriyê da alî û berê
xwe da Tirkiyê , li wir dûm nekir piştî du heyvan dîsa zîvirî
Sûriyê , çend heyvan veşartî ma û dawî hat girtin û di zindana
/Qellhe/ de li Şamê ma ta sala 1970 ê . di vê girtinê de du
avûkatan xwestin di dadgehê de bervedêriya wî bikin , lê ew bi
wê bervedêriyê ne razî bû , piştî ji zindanê derket li mala xwe
rûnişt li Şama Şerîf , Taxa Kurdan .
Dema ku partiya Demokartî Kurdî li Sûriyê , di êlûna 1965 ê de
bû du perçe / Çep û Rast / , hingê Osman Sebrî û Cegerxwîn bi
çepê partî re man û Apo Osman bû sekertêrê wê ta sala 1969 ê ,
vê paşiyê Cegerxwîn ji wan veqetiya û xwe bi rastên partî re
girt ji ber ku Osman Sebrî wek şert li ber hevalên xwe yên di
partî de danîbû , ew şert jî ku Cegerxwîn xwe ji komîta
Merkezî/Navendî/ re nehhilbijêre , çiko ne xerce li gor dîtina
Osman Sebrî .
Qûnaxa dawîn ji rûniştina
Osman Sebrî li Şamê
Di navbera salên / 1971-1993 / ê de
Ji sala 1971 ê û virde , hikûmetê nasnameya /vatandaslik/ jê
standin û ewk biyanekî lê nerîn û herdem û gav di bin çavnêriya
karbidestan de bû , tevî ku rêka Eropa li ber vekirî bû lê destê
wî ji welatiyên wî ne dibûn û her dem digot : ( Ez ji nav
welatiyên xwe na livim , ya ku Kurdistan û ya goristan ) , di vê
demê de careke din ji nû dest bi hînbûna û fêrkirina zimanê
Kurdî kir û bi dehan xort û keçên Kurdan li Şamê Taxa Kurdan
fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî kirin .
Hem jî , di wan deh salên dawîn de mala wî bibû wek qublegehkê
ji Kurdan re nemaze rewşenbîr û welatparêz , tevan xwe li mala
wî digirtin piraniya wan hevpeyvîn pêre çêkirin û bîranînên wî
tev didan .
Di wan deh salan de jî , çend helbest û gotarên bedew li ziman
afirandin , di sibata 1983 ê de Enstîtûya Kurdî li Parîsê hat
damezirandin , di bin navê û navên yazde nivîskar û rewşenbîrên
din wek : Haciyê Cindî , Hejar / Evdirehman Şerefkendî / ,
Kendal Nezan , Remzî ,
Cegerxwîn , Yilmaz
Guney , Ordîxan Celîl , Qenatê Kurdo , Dr.Nûredîn Zaza , Tewfîq
Wehbî û Ismet Şerîf Wanlî
.
Piştî ku enstîtûya Kurdî li Parîsê hat damezirandin Osman Sebrî
çend gotar û helbestên xwe li ser rûpelên kovara /Hêvî/ belav
kirin ev kovara ya ku Enstîtûyê derdixist , ev çend malikin ku
min ji helbestekê wî ji kovara /Hêvî/ girt :
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêvîya Kurdan be
Di warê ziman û zanstî her xwedî şan be
Zaravayê me bigihîne serhev di pêşen de
Kurdan nehêlê di nava cîhanê şermende
.....
.....
Bijîn kesên ku ji bo ziman dikin xebatê
Em in berê gel digihêzine riya felatê
Di sala 1984 ê de pirtûkek kiçik bi navê /Çar Leheng/ li Şamê
çap û belav kir , her çar bûyerên vê pirtûkê di salên 1965-1966
ê de di kovar /Çiya/ de li Ewropa belavkiribû .
Her çend salên dawîn Apo Osman hin bi hin li xwe dişikand ,
pîrbûnê zoriya wî dibir lê di cewherê xwe de ew wek xwe bû her
têkoşerekî serbilind bû , wek bazê serê çiya bû , her ew
pêşmergeyê ku bi rext û fîşekan pêçayî bû , her ew xemxur û
zikêşê gelê Kurd û Kurdistanê bû .
Roja duşembê 11/10/1993 ê , piştî nîvro Osman Sebrî gewrika
dinyayê winda kir , li mala li Şamê Taxa Kurdan ya ku dikeve
pala çiyayê Qasiyûn de raserî Şamê .
Di wan her du katejmîran de piştî mirinê ku mirov temaşe kiriba
wê bidîta ku piraniya Kurdln Şamê xwe li mala wî digirtin bi
şînî li ber deriyê mala wî kom dibûn û bi dêm talî silav li hev
dikirin .
Di nav wan kesên ku kom bibûn li qorzîyekê ji hewşê keç û jinekê
hevgirtibûn û digiriyan wan xweş dizanîbû yê mirî kîye , yek jê
/Kewê/bû keça birayê wî ya ku buhara temenê xwe di xizmet ,
hilanên û danîna apê xwe de bûrandibû , xweş tê bîra min – wek
îro- çaxê ku ez diçûm mala Apo Osman li Şamê wî bi gopalê xwe
li erdê dixist û di got Kewê çayî bîne , jina din Diya Ciwan bû
, hozanvana Kurd ya ku tê zanîn ye ji şagirtên Osman Sebrî bû û
di bin akama wî de dest bi hûnandina helbestan kir ; li rexekî
din ji hewşê çend xortan hêsrên xwe bi dizî ziwa dikirin , di
nav wan de Dilawerê Zengê bû ku yek ji şagirtên Apo Osman bû û
Ibrahîm Zaza ku di her deh salên dawîn de ji jiyana Apo Osman vê
mirovî piraniya dema xwe li mala wî dibûhirand û li ber destên
wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bû wek yekî ji malê
dihat nasîn ...û wiha gelek kes hebûn bêdiliya xwe diyar dikirin
bê ku hajê kesî ji wan hebe ; bê guman hestekî rast û bi şewat
ew kesên ha dehf didan ser wê şîniyê ji ber ku bêtir serwextbûn
bi qedir û nerxê apo Osman zanîbûn , nemaze dema ku didîtin Kurd
û biyanî xwe li malê wî digrin lavelavê dikin ku şorekê ,
peyvekê an gotinekê ji devê wî bigrin , tomar bikin û
binivîsînin .
Wê şevê termê Apo di mala wî de ma , li hêvîya hatina kurê wî
/Dr.Hoşeng / ji Almanya , roja din danê êvarê 12/10/1993 ê di
gel kawanekî zexm ji otombîlên Kurdên peşdarbûyî , termê Apo
Osman di rêka Helebê re guhestin Cizîrê nav Kurdan û ew di
goristana gundê Berkevirê spartin xakê , ev gund girêdayî navça
Dirbêsiyê ye dor 15 k.m ji sînorê Tirkiyê dûre .
Wiha ronahîyê stêreke geş û bi ronahî ji asmanê Kurdistanê
rijiya , belê pir stêrên geş li şûn xwe vîxistî hiştin.
Sed rehmet li giyanê Apo Osman be û li giyanê tev şehîdên riya
felat û azadiyê .
Ji Pirtûkên Osman
Sebrî yên çapkirî
1- Elîfbêya Kurdî /1954 / Şam .
2- Bahoz / helbest / 1956/ Şam .
3- Derdên me / gotar û çîrok / 1956 / Şam .
4- Gotinên xav napijin bê tav / helbest / 1981/ Almanya / ,
helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û
Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza
çapkir .
5- Elîfbêya Tekûz / 1982 / Şam .
6- Çar Leheng / têkest / 1984 / Şam .
7- Berseva Hoşeng / 1992 / Şam .
Evin çend perçe
ji pendên ku min bijartin ji ramanên Osman Sebrî
1- Ji kovara /
Pêşeng – 1984 / hejmara 5 ê :
* Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî li ser milên
her Kurdekî dilsoz û welat-parêze , bi taybetî xwendayên me ,
çunkî ziman rolekê giring di jiyana her netewekî de dimîne /
dihêle / , zimanê me jî gelekî li paşdaye û gereke em bi zimanê
xwe mijûl bibin , hingê em qenciyê li xwe dikin , bîrberek
dibêjit : ( ku tu bixwazî bizanibî kesekî çend xizmeta miletê
xwe kiriye , binêre ku wî çiqasî xizmeta zimanê xwe kiriye ... )
*
Daxwaza min ji hemî xortên Kurd ewe ku çavên xwe vekin , dost û
dijminên xwe ji hev nasbikin û destên xwe bidin hev bo rizgariya
gel û welatê xwe .
* Mirovê gelparêz gereke van sê tiştan bi duristî biparêze :
1- Canê gelê xwe
2- Malê gelê xwe
3- Namûsa gelê xwe
Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana bike ew dibe rûreşê gelê
xwe û xortên Kurd gereke dostaniya wan neke .
* Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka bawerî
bi ramanekê heye , vêca gereke her kes azad be di bîr û
baweriyên xwe da çunkî kes bi zorê weka mirovî nafikirêt , ez bi
ramana xwe û tu bi ramana xwe , lê em birayê hevin nabe em şerê
hev bikin ji ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî
dixebitin .
2- Ji kovara /
Hêvî – 1990 / hejmara 7 ê
:
*
Ziman , zimanê me gişka ne ?! ne yê yekî an yê didiwane , gava
ku ji bo zimanê xwe bixebitin qenciyê bixwe dikin , lê heyfa yê
ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin .
* Gelek ji xortên me çavên xwe berdane nivîsandina helbestan ,
ev ne tiştekî hêjaye , divê nivîsên rastesere bêne nivîsîn ,
belê helbest tiştekî ji edebêye lê ne tevaya edebê ye . Divê ku
mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne , lê nizanin , hemû ji
min re helbestan çêdikin .
* Em miletekî bê zimanin anha pir xortên me hene xwendane , bi
Erebî jî xweş dizanin , dibêjin : ( Em dê ji miletê xwe re
xizmetê bikin ) , lê naxwazin hînî zimanê xwe bibin û ez dê çawa
ji wan bawer bikim ?! .
Jêderên ku min
sûde ji wan girt :
1- Osman Sebrî / kurtiyek ji destpêka jîna min / kovara Pêşeng –
adara 1985 ê / hejmara 8 ê .
2- Kovara Hawar ê hejmara 52 ê / gotara bi navê Mirdêsan û
Gawestiyên wan .
3- Roja 23/08/1991 ê li Şamê Apo Osman ev gotin ji min re got .
4- Kovara Ronahî hejmara 14 ê / gotara bi navê Şêrek bi darekî .
5- Axayê Mirdêsî ( Osman Sebrî ) kovara Hawar ê hejmara 19 ê .
6
- Kovara Hawar ê hejmara 21 ê / gotara bi navê Li goristana
Amedê .
7- Kovara Hawarê hejmarên 28 , 54 , 56 .
8- Kovara Hawarê hejmara 53 ê / helbesta bi navê Evîn .
9- Osman Sebrî di hevbeyvînekê de / kovara Hêvî – 1990 / hejmara
7 ê .
10- Pêşeng - 1984 / hejmara 5 ê .
11- Pêşeng – adara 1985 ê / hejmara 8 ê .
12- Hêvî – 1990 / hejmara 7ê .
13- Elhedef / Armanc – 1984 / kovara P.D.K / hejmara 4 ê .
14- Pêşgotina dîwana Apo Osman , ji nivîsîna Hemereş Reşo û
Dr.Nûredîn Zaza / Ratingen - Almanya – 1981 .
15- Tev hejmarên kovara Hawar , Ronahî , Roja Nû û du hejmarên
kovara Stêr di gel tev pirtûkên Osman Sebrî .
16- Kovara Aso – 1992 / hejmara 1ê .
17- Min gelek sûde ji Mecîdê Haco Axa dît , li ser girtin û
xebata Apo Osman sebrî , hem ji M.Salih Gedo û hin din .
18- Her ku Ez diçûm Şamê min serek dida Apo Osman , di wan
serdanan de ez pêre diketim giftûgoyan de li ser gelek babetan ,
nemaze ziman û rewşenbîriya Kurdî .
19- Gotina (APO) , rehmetiya Xanim Rewşen Bedir-xan pêvekir û
ma wek nîşanekê bi navê Osman Sebrî ve , dema di kovara Hawar û
Ronahî yê de dixebitî rehmetiya Rewşen Xanim navê wî hilnedida
ji ber rêzgirtina wê jê re bi navê (APO) pêre diaxivî û bi vî
navî li nav Kurdên Sûriyê hat naskirin .
Konê Reş
Qamişlo
|